10 augusti 2020

Ji bo biserketinê xebat û wêrekî lazim e

Heger tu dixwzî bi bîna gulê sermest bibî, dibê tu tehamulî histiriyên wê jî bikî.

Heger tu dixwazî keskesorê bibînî, dibê tu tehamulî baranê û şilbûnê jî bikî.

Heger tu dixwazî herî dîharê herî bilind û ji wir li hawirdor temaşe bikî, dibê tu tehamulî kaşê dîhêr jî bikî.

Heger tu dixwazî ji bindestiyê xelas bibî, azad û serbixwe bijî, wek ferdên miletên din bibî xwedî dewlet û welatekî serbixwe, dibê tu tehamulî ezîyet û cefayê jî bikî.

Ji bo biserketinê xebat û wêrekî lazim e. Bi tembeliyê, bi newêrekiyê serketin ne mimkûn e.

Mêrê tirsonek bi sîngê gewr û boz şa nabe.


Dibê meriv ji tarîxa xwe ji kêmasiyên xwe, ji şaşiyên xwe ders û tecrûbeyê bigre.

Dersgirtina ji şaşiyan jî serketineke, qenekê meriv careke din wan şaşiyan dubare nake.

Lê siyasetmedar û serokên kurdan ne ji tarîxa xwe û ne jî ji şaşiyên xwe dersê nagrin, viz dibin, viz dibin, tim eynî şaşiyan dikin û ji bo wê jî tim li zirarê derdikevin.

Sed sal berê me çi şaşî kirin û bi ser neketin, nuha jî em eynî şaşiyan dikin.

Sed sal berê me çi nekir û lema jî me zirar kir, nuha jî em wan tiştan nakin û lema jî bi ser nakevin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE