31 augusti 2020

Destûr

 Yê serxweş dema ji nêrdiwanê dadiket nigê wî şemitî û gundorî jêr bû û xewirî. 

Xanima wî tavilê telefonî bijîşk(tuxtor) kir. 

Bijîşk hat, ji bo ku mêrik şiyar bike, hêdîka çend sîle li rast û çepê ruyê wî xistin. Jinikê ji bijîşk ra got:

-Destûrê bide min, ez jî çend şîrmaqan lêxim û dilê xwe baş lê rehet bikim. Ev bîst sal in ez li bende fersendeke weha me.

 

Dizên bexçe

Lawikê biçûk ketibû bexçê cîranê xwe, hilkişyabû ser dara hejîrê, ji xwe ra hejîr top dikir. Bîstik derbas bû, xwediyê bexçe hat û ew li ser darê dît. Xwediyê bexçe pê da qîriya, got:

-Law zinya, zû dakeve jêr, tu yê guliyên darê bişkênî, ezê a nuha herim ji bavê te ra bibêjim!

Lêwik deng li jorî darê, li bavê xwe kir, got:

-Bavo, dakeve jêr, apo dixwaze tiştekî ji te ra bibêje!

 

 Min giş xapandine

Ba û bahozeke mezin dest pê kiribû. Pêlan di ser hev ra davêt. Hemû rêwî ji tirsan qutifî bûn. Di nav rêwiyan da yekî Ruhayê jî hebû. Bala xwe danê yê Ruhayî hema selewatan vedide û bênabên ji Xwedê ra dua dike. Dibêje:

-Ey Xwedayê erş û asîman, bira ahd û wahd be, ezê qurbanekê ji ewliyayekî ez navê wî nizanim ra şerjê bikim. Tenê tu li me were rahmê û vê bahozê bisekinîne!

Ev dua yê Ruhayî bala rêwiyekî kişand. Jê ra got:

-Birayê delal, ma ewliyayekî tu navê wî zanibî tuneye?

Yê Ruhayî got:

-Çawa tuneye, helbet heye! Lê min her yek çend caran berê xapandiye.

 

Tiştekî nabîne

Serhekîmek nuh tayinî nexweşxaneya dînan kiribûn. Rojekê serhekîm li nexweşxanê digeriya, kar û bar kontrol dikir. Bala xwe dayê yekî dîn xwe li ber deriyekî qulûz kiriye û di qulika kilîtê ra li hundur dinêre.

Serhekîm ji bo ku bizanibe dîn li çi dinêre ew wê da tahm da û îcar wî çavê xwe xist qulika kilîtê. Serhekîm çiqasî lê nêrî jî tiştek nedît. Ji yê dîn ra got:

-Law ez tiştekî nabînim.

Yê dîn got:

-Tuxtor beg, ev bîst sal in ez lê dinêrim ez tiştekî nabînim, tu yê çawa bikanibî di deqîqeyekê da bibînî?

 

Perê biyanî

Ji Rizgoyê xemxur ra gotin, rojname dinivîsin, dibêjin ewê li Tirkiyê bikaranîna pereyên biyanî qedexe bikin, edî kesê nikanibe bi dolar ya jî bi pereyekî din tiştekî bikire û bifroşe.

Rizgo got:

-Ê heger pir mêr in bira alet û edawatên biyanîyan, malên wan qedexe bikin, ji bo ku li keran, li çandirên pêşiyên xwe û li heskê û kevçiyên darîn bihesilin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE