01 september 2020

Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê dereweke pir xweşik kiriye, lê bi derewa xwe kenê dînan bi xwe aniye

 


Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotiye, xwedêgiravî wan ”emîrê DAIŞê yê Tirkiyê girtine.” 

Lê Soylu, ne navê "emîrê" hatiye girtin daye û ne jî gotiye çawa û li ku hatiye girtin.


Ji bo ku vir e virek baş cî nedaye vira xwe. Lê dereweke û ji xwe ra kiriye, ma kes bi derewan tetirxanî dibe, ya jî dimre?

Heger piştî her derewê qoçek bi eniya derewkaran va bihata, Soylu ev derewa bi boçik û bi xuronek nedikir.


Tirkiye nikane "emîrê Daîşê" bigire, ji serê bavê Suleyman Soylu zêdeye "emîrê Daîşê bigire. Çimkî yê Tikriyê îdare dike Emîrê Daîşê ye. Çeteyên Daîşê beşekî artêşa Tirkiyêye. Dinya alem viya zane. Soylu bi vê derewa bi boçik belasebeb xwe rûreş kiriye.

Soylu û brokrat û siyasetmedarên Tirkiyê îdare dikin ji mecbûrî û ji tirsa ruhê xwe bûne kûra derewan, hal û karê wan derew e. Lê derew heye, derew heye, derewên wan bi zengil, şirik û xuronek in, pir deng derdixin. Wek vê derewa efendim ”emîrê Daîşê li Tirkiyê hatiye girtin…”


Heger ne derew e derxin telewîzyonê, nîşan bidin, îspat bikin em ”emîr” kî ye û çawa û li ku hatiye girtin?


Tirkan bi îdarekirina Daîşê, bi van derewên kenê dînan jî pê tê, li dinyayê reqora virkirinê şikandin, mîtomanî êdî bûye qerekter û xisletekî wan. Lê dinya, her kes êdî zane Soylu û serokê wî şahê mîtomanên sedsala 21ê ne.

Li Tikriyê derew êdî bûye sinet, huner. Çimkî hoste, xelfe û şagirtên derewan li Tirkiyê bi milyona ne, hukûmet bûye fabrîqeya derewan. 

Suleyman Soylu şagirtê vî sinetî ye, lema jî xweşik cî nedeya derewa xwe. Lê feqîro mecbûr e, serokê wî ev emir dayê, gotiye vê bombeyê biteqîne, wî jî teqand, lê bi xwe da teqand…

1 kommentar:

  1. Xalo, mêrik berê 3 caran hatiye girtin û ew cardin berdan e. Hemû agahî li vir hene:
    https://www.karar.com/son-dakika-soylu-deasin-sozde-turkiye-emiri-yakalandi-1583165

    SvaraRadera

PARVE BIKE