02 september 2020

Dibê meriv bi gotinên xwe însanan ji nivîsîna kurdî dûr nexe

 Ji me kurdan kesî Oxforda Kurdistanê neqedandiye, em giş bi hewildan û xeyretên xwe yên ferdî fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûne.

Lema jî ne şerm e di warê rastnivîsê da em hin şaşiyan bikin.

Lê bi ya min kêmasiyeke mezin e, şerm e em zimanê xwe nizanibin û fêr nebin.

Dibê meriv ji ber tirsa ez kurdî baş nizanim, di rastnivîsê da kêmasiyên min hene xwe ji nivîsandina kurdî kef neke, ji nivîsîna kurdî netirse, dibê meriv binivîse bira hin şaşî hebin, dû ra meriv fêr dibe. Kes ji makzayî da ne zimanzan e, her kes fêr bûye. Ya muhîm daxwaze, heger meriv bixwaze meriv fêr dibe.

Yên îro zimanzan in, kitêbên rastnivîsê nivîsîne jî gava dest bi kurdî kirin kêmasiyên wan pir bûn, lê hêdî hêdî, bi wextê ra fêr bûn. Lema dibê meriv guh nede botin û rexneyên kesên xwenezan. Bi kurdî binivîse bira bi devoka te be, bira şaşî tê da hebin. 


Yanî di warê zimên da dibê meriv bînfire be û alîkariya hev bike, kêmasiyên hev bi zimanekî şîrîn û maqûl ji hev ra bibêje, bi gotinên xwe însanan ji kurdî veneciniqîne, ji nivîsandina kurdî dûr nexe. Heta mimkûn be însanan teşwîqî kurdî bike.

XXX

Xortekî bi naznavê Zîzu, di twîtterê da gotiye:

”Apê Zinar tu Robert De Nîro yê me yî. Hema carê çend wêneyan bavêj yaw texsîr neke.”

Ez pêşengê xorta me, dixwazim cesaretê bidim keç xortên me. Ez zanim li gorî kultur, urf û adetên me kesên di umrê min da tişt miştên wiha "tewşo mewşo" nakin û nanivîsin. Lê ez dikim, tiştên xort newêrin bikin ez dikim. Kî çi dibêje bi kêfa xwe ye, ji ber umrê xwe, ji ber ku ez rîsipî me ez xwe sansor nakim.

Ez wek hinekan xwe giran bikim, kilîtê li devê xwe xim, bibim wek kevirekî di binê bîrê da, nenivîsînim, henekekê, laqirdiyekê nekim ewê çi fêda min bigihêje kurdan?

Dibê umrê meriv, porê meriv ê sipî gemê li dil û hestên meriv nexe. Ez fikrên xwe sansor, dilê xwe gem nakim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE