02 september 2020

Dilbijokiya xortaniyê

 


Ez bawer nakim hûn vî xortê çeleng nas bikin. Ez navê wî ji we ra bibêjim jî dibe ku ji we hinek bawer nekin.

Lê hûn bawer bikin ya nekin, ev xortê çelenk Zinarê Xamo ye. 

Di dem û dewrana xortaniya xwe da camêr wiha bedew bûye, lê nuha kokimekî piştxûz û devkox e.


Wext her tiştî, kevir jî, hesin jî, însên jî hêdî hêdî dihelîne, diqedîne, dike ax...

 Lê xortanî sertac û bihara jiyanê ye, meriv vê dema jiyanê tim bi hesret û bi dilbijokî bibîr tîne. Nostaljiya xortaniyê tu carî pêsîra meriv bernade...

Mehmet Vural :Ez sûnd dixwim, ev xortê îro ji do hîn xurt u çelengtire .

Halil Cibran :mamoste tü neheqîyê li xwe dikî tü hînjî bı karîzmayi,,Beskrivning: 👍

Salih Bozan: Belê mamusta..min qet bawernedikir.

Botan Omerî: Kokim- kûkim çi ye mamoste? Peyveka ji bîr bûyî ye.

Berê ji bo yên zêdê bêdeng re digotin “kûkimek” e!

Kokim çi ye nizanim..?

Zinarê Xamo: Kokim, ji merivê pir îxtiyar ra tê gotin.

 

Hasan Çakmak: Mamoste herkes yek çelengiya wî/wê heye.Ewê deyne wêdê!

Dil û ramanên te pir hêja ne!

Yên giring û mayînde ev in...

 Zinarê Xamo: Sax bî, malî ava.

 Mustafa Balbal: Keko, bawer bıke, tu nahaji xorteki çelengi.

Xursîd Kaplan: Ê nas dikin hene lê muhtemelen li aliyê dinin

 Zinarê Xamo: Rast e, li "aliyê" din dêdetir in..

Naci Kıran: Kekê Zınar ez bawer dıkım tu xorteki gelek jêhati buyi, iro ji wesayi Xwedê sılametiyê bide te, silav u rêz.

 Vildan Saim Tanrikulu: Yên ku ji wan çaxan ve te nas dikin hene loooo...

Zinarê Xamo: Hevalo tu û hevalên wek te ne tê ne...

 Vildan Saim Tanrikulu

Kek Zinar:  Ji xwe tu nûha jî XORTÊ Bİ TECRUBE yî!

Zinarê Xamo: Hevalo, weleh qet guh nadim kalîtiyê, fizîkî ne xort bim jî di praktîkê da eynî wek xortan hereket dikim.
Eskere Boyik: Niha jî tu cîwan û bedew î bira.

 Izzettin Sevgin: Her biji Gencen Xorten Ciwanen Kurdistan.

 Zinarê Xamo: Gelek sipas Husên .

Abdulğani Bakir: maşelleh mamoste tu wekxwe hîna xortê berêye

Eyup Alacabey: Ya rastî hemşehrîyê min Reşad Ozkan tu tiştên em bibêjin ji me re nehîştîye kek Zinarê Xamo ( nami diğer Abdukvahap Kumruaslan ).

Reşad Ozkan: Ez bawer dikim, ev xortê ciwan ê zîrek û jîrek ji mehela Xincika be!

Dema ku bejnzirav ji jor de bi şelwerê xwe yî bi nav û deng, bi şewqê xwe yî pozbilind ji kêleka Golê derbasî navenda bajêr dibû xwedê jî li vî temaşe dikir, polîs û bekçî weke tozê ji holê radibûn.

Ava Golê bo vî eynîk bû.

Zinarê Xamo: Gelek sipas Reşad, te ez birim Wêranşarê, Mehela Golê.

Mustafa Balbal: Keko, bawer bıke, tu nahaji xorteki çelengi.

Mahfuz Yildiz: Tu wê demê bi bedena xwe qarizma bûye û niha bi pewv û têgeha xwe. Dilê we ji gelekan ciwantir e û hew.

Ahmet Kurt: bila dile merya kal nebe mamoste temene dırej bi sılavu rez.

 

 

2 kommentarer:

  1. Welle xalo tu têra xwe bedew bûyî

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê, di xortaniya xwe da afat bûm, lê giş bû derew ...

      Radera

PARVE BIKE