16 september 2024

Di nav kurdan da yên herî pir xerabe bûne em kurdên Kurdistana Bakur in

Bi qasî ez dibînim em kurdên Kurdistana Bakur li gorî kurdên hersê perçên din bêtir, zûtir û rehettir entegreyî Tirkiyê û asîmîle bûn.

Me kurdbûna xwe, zimanê xwe, kultura xwe baş neparast.

Em tarîxa xwe, edebîyata xwe, zimanê xwe, coxrafya xwe baş fêr nebûn, me her tiştê tirkan da me, xistinê serê me pir rehet, qebûl kir û kir yê xwe.
Ne îro tenê, ji avabûna Tirkiyê va ye ev wiha ye. Ji ziman û edebîyata xwe bêtir, me ji ziman û edebîyata tirkan hez kir, me ew fêrî hev kir.

15 september 2024

Nivîseke 24 sal berê

Min ev nivîsa xwe 24 sal berê bi minasebeta pîrozbahiya 4 saliya rojnameya Azadiya Welat ji Azadiya Welat* ra şandiye.
Nivîs di rojnameyê da hat weşandin, nehat weşandin nayê bîra min. 

Du sê roj berê ez rastî wê û çend nivîsên xwe yên din hatim. 

Heger Azadiya Welat wê demê weşandibe jî haya nifşên nuh jê tune ye. 24 sal di ser ra derbas bûye.
Ez diweşînim, bira di bloga min da jî wek belgeyekê hebe.

14 september 2024

Zarok êmîşê mala ne


Arasê me, bavê xwe û diya diya îro hatin serdana me. Ev çend roj in diran derxistiye, me jê ra danoya dirana çêkir.

Li ba me dema zarok diranan derdixin jê ra dano çêkin. Malbat, cîran kom dibin, bi şahiyekê pîroz dikin. Cîranên em nas dikin tune ne, me xwe bi xwe pîroz kir.

13 september 2024

Me îro hinek sêvên xwe top kir


Me îro sê satil sêv, li dora 9-10 kîlo sêv ji dara xwe top kir. Hîn hewqas jî pê va mane. Ezê wan jî çend rojên din top bikim.

Dara me îsal sêv pir girtiye, guliyên feqîrê di bin sêvan da xwar bûne.
Dara mêwê cî lê teng kiriye, roj baş nadê. Lê mala wê ava be dîsa jî barek sêv girtiye.
Xaniyê bi hewş, hewşa bi bexçe, bi dar xweş e. 

Ferqa serokekî Îranê û yê Tirkiyê

Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan

Îran jî wek Tirkiyê dewleteka beşekî welatê me dagir kiriye. Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan jî wek serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serokê dewletekeke dagirker e.

Mesûd Pizîşkîyan jî bi qasî Erdogan li dijî azadî û serxwebûna miletê kurda e.
Lê Mesûd Pizîşkîyan dîsa jî kane bi kurdî bipeyive, bi rehetî bibêje Kurdistan, here ser gorra Celal Talabanî û di deftera gorrê da bi hurmeteke mezin pesnê Celal Talabanî bide.

12 september 2024

Tesadufeke pir hêja û pir xweş


Do baran bû, em ji mal derneketin. Xanim rehet nesekinî, rabû ket qulik û pacan û dolaban. Tişt- miştên tê da gişk derxistin, ji hev girtin. Got ez paqijiyê dikim.

Dûra kilasorek(permek)mezin anî da min, got di viya da rojnameya Armancê hene, hela lê binêre. Heger ne lazim e ezê bavêjim.

Min nizanîbû jimarên Armancê yên destpêkê(1979-1985)li ba min hene.
Min got deyne wir, ezê dûra lê binêrim.

Dibê em înqîlaba leşkerî ya 44 sal berê ji bîr nekin

44 sal di ser înqîlaba leşkerî ya 12´ê Îlona 1980´yî ra derbas bû.

44 sal berê li Tirkiyê leşkeran di bin serokatiya Kenan Eevren da bi zor dest danîn ser hukim û dest bi zulm û teroreke mezin kirin.
Zirara herî mezin me kurdan dît.
Cûntayê herî zêde berê xwe da kurdan, bi hezaran kurd girtin, îşkence kirin, di zindanan da kuştin.

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan li Kurdistanê ye

Mesûd Pizîşkiyan gihîşt Kurdistanê. Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Pizîşkîyan îro li Hewlêrê ewê dest bi hevdîtinên xwe bike. 

Pizîşkîyan li Bexdayê gotibû ewê here silêmaniyê jî. Çimkî kurd êdî du hukûmet in. Hukûmeta PDK´ê Hewlêrê e, ya YNK´ê jî  Silêmanîyê ye. 

11 september 2024

Payiza rengîn îro xwe nîşanî me da

Me rojên germ û xweş, payiza delal çavînokî kir. Li derve ximîna baranê ye, sar û sermayê dest pê kir. Ximîna dengê baranê pir xweşe, wek meriv li dengê kemanê gudarî bike.
Ji nuha û pê da li Stockholmê êdî emê hew germîyana çend roj berê bibînin. 

Roj hatiye dibê em êdî kincên xwe yên payizê û baranê ji dolabê dexin. Stockholm êdî ewê tim wiha şilî û şepelî be. 

Helbet nabe payiz jî wek havînê be, her demsal dibê li gorî xwe be. Çendakî din darên pelên xwe biwşînin, daristan, xweza wek zêr ewê zer bibe. Şikir me ev demsal dît.

10 september 2024

Zava û bûk bi zewaca xwe ra di nav zêr û pera da man


Li Colemêrgê di daweta Serdar Adiyamanê lawê Şefîk Adiyamanê jîrkî da 5 kg zêr bi bûkê, Dîlan Çîftçî xanimê va kirine û 5 mîlyon û 150 hezar perê tirk jî bi zavê va kirine.

Diyar colemêrgî pir dewlemend in, di dawetan bi kîloyan zêr û milyonan pere bi bûk û zavê va dikin. 15 kesan bi seetan pere jimartine.
Qey zêr jî wezinandine. Ya na ewê çawa bizanibin 5 kîlo ye?

Umer Şêxmûs ji serokên PDK´ê û YNK´ê ra nameyek şandiye

Kekê hêja Umer Şêxmûs(Omar Sheikhmous), ji Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Pavel û Qubad Talabanî ra nameyeke eşkere şandiye. Swêdîya nameyê di malpera wî ya Facebookê da heye.

Di nameya xwe da bi zimanekî liberger ji Barzanî û Talabanîyan daxwaza lihevkirinê dike. Dibêje gerek hûn bi hev nekvin, hilbijartinê bi rengekî demokratîk, şefaf û bêşaîbe çêkin.

09 september 2024

Bi van serok û siyasetmedaran em tu carî nagihîjin hevalan

Nacat Zanyar di nivîsa xwe ya dawî ya di malpera Rûdawê, beşa tirkî da miletperweriya kurdî analîz kiriye. 

Li gorî Necat Zanyar, li Kurdistana Bakur rêjeya kurdên miletperwer, nasyonalîst li dora ji sedî 70 ye. 

Bi baweriya min jî texmîneke rast e û ev jimar roj bi roj zêdetir dibe.Gerek em vê bingehê, vê cepheyê berfirehetir bikin.

08 september 2024

Do li Stockholmê 40 salîya Hêlîna Kurdî hat pîrozkirin

Mamosteyên Hêlîna Kurdî(zarokxana kurdî)ya 40 sal berê, Bonya Cegerxwîn, Husametîn Aslan, Mahmûd Lewendî û Kitêbxana Kurdî, do li Stockholmê, li Kitêbxana Kurdî bi zarokên wê demê û welîyên wan ra 40 salîya Hêlîna Kurdî pîroz kirin.

Zarokên 40 sal berê, nuha ew bi xwe xwedî zarok in, qala bîranîn û serpêhatiyên xwe kirine.

Bi zarokên wê demê ra sazkirina vê pîrozbahîyê tiştekî pir xweş e, hersê mamosteyan û Kitêbxana Kurdî ji dil û can pîroz dikim.

Ax ji derdê dijberên erebî

Kurdekî hezkiriyê min û kurmancî zimanê min rexne kiriye, gotiye te di nivîsa xwe da peyva ”petêx” bi kar anîye. Gotiye, ”ez dizanim "petêx" ne bi kurdî ye, ev nav erebî ye, wek Xillas, Xalis,ciran hwd. Navê petêx bi kurdiî Qalik'e...”

Yanî dibê min negota ”petêx, ji petêx ra bigota qalik. Li gorî vî dostê minê hêja dibê meriv navê petê ji kurmancî derxîne, tu carî bi kar neyne.

Yê tir kir ez bûm

Mêrik li odê tirek kir, pir fedî kir. Ji bo ku tirê ji hustuyê xwe derxîne, şîleyek li lawê xwe yê li kêla xwe xist.

Lawik matmayî ma, got:
-Bavo, te tir kiriye, çima tu li min dixî?
Bi rê da bavê bi hêrs jê ra got:

07 september 2024

Eşqa dizan şevreş in

Ji xelkêra hût e, ji xwe re kût e, hevalê têcirê, bazirganê rût e.

Çepên tirk, îslamîstên tirk têcirên rût in, bi hevaltiya wan em tu karê nakin.
Dibê em dewletên, kesên, hêzên xwedî îmkan bikin dostên xwe, bi rûtan ra em nikanin tiştekî bi dest xînin.

Mala dînan rabûn hev bi pihînan


Bafil Talabanî û Mele Bextîyar bi hev ketine. Rez berê ne tu rez bû, zîpikê lêkir xerabtir bû.

Li Silêmaniyê hêzên ewlekariyê girtine ser sazîyeke Mele Bextîyar ya bi navê ”Dezgeha Rewşenbîrî ya Çawdêriyê.”

Mele Bextîyar jî do vîdeoyek belav kiriye, Bafel Talabanî, malbata wî û kesên li dora wî pir giran rexne dike.

06 september 2024

Hin însan wek zebeşê kal in

Çend maneyên peyva ”kal” hene. Yek jê, ji bo kesê extîyar, peyayê zêde umir kiribe, kal tê gotin, yanî extîyar bûye. Jin pîr dibin, mêr, peya kal dibin.

Maneyeke din jî ji bo fêkiyê, sebzeyê hîn baş negîha ye, kelek e, hîn nehatiye wexta xwarinê jê ra ”kal” e tê gotin.

Zebeşê sor nebûyî, petêxê û hinara negihîştî kal e, nayê xwarin.

05 september 2024

Li Swêd demsal şaşomaşo bûne

Li Swêd demsal şaşomaşo bûne, havîn bi paş da hat. Di vê mehê da Stockholm bûye wek Amedê. Do li bajarê Helsîngborgê 31,1 derece germ bû. Tiştekî ne normal e.

Stockholm îro 28 derece germ bû û germîyan ewê heta dawiya heftê jî dom bike.
Dibêjin berê tu carî di vê mehê da Swêd hewqasî germ nebûye.
Ez bi xwe ne li dijî germîyanê me, hema bira germ e. Em ji xwe ra têr digerin û dûra jî tên li hewşa xwe kêfa mîran dajon.

Ji bo Erdogan do ji Sîsî ra çi gotibû qet ne muhîm e


Nabêna  serokê Tirkiyê Erdogan û serokê Misrê Sîsî pir baş bûye, biratiya wan ji nuh va desdt pê kiriye. 

Erdogan do li Anqerê, li balafirxana Esenbogayê bi helahop û merasimeke mezin çû pêrgî birayê xwe Abdulfetah Sîsî. 

Di meha sibatê da jî Erdogan Qahîre zîyaret kir.

Navê kera me xera nekin


Gerek meriv di gotinekê da şaşiyeke wiha neke. Here were gotinek e.

Bi rastî sosiretek giran e, ji dêlî  binivîsîn, "Hûn bi xêr hatin Batmanê", "hûn bê xer hatin Batmanê" nivîsîne.

"Bê xer" çi ye, tê çi maneyê ez nizanim. Diyar e şaşiyek bûye, çewt nivîsîne. Lê şaşiyeke ne xweş e. Qest "Hûn bi xêr hatin Batmanê" ye.

Di gotinekê da gerek meriv şaşiyek wiha neke. Dibê wiha be:

-Hûn bi xêr hatin Batmanê !

04 september 2024

Bawerîya meriv bi hev neyê meriv ji hev dûr dikeve

Lîstikvanê taximê Kocaelîsporê Ahmet Oguz li ser maça Amedsporê û Kocaelîsporê gotiye:

”Di maçeke hewqasî muhîm da çawa dibe hekemekî rojhilatî(yanî hekemekî kurd)tayin dikin ez fêm nakim? Çawa be rojhilatî ye! Bi rastî ez viya fêm nakim.”

Gava tirkek baweriyê bi kurdekî neyne, kurdek jî ewê baweriyê bi tirkekî neyne. Ewê wiha bibe. 

03 september 2024

DÎAKURD´ê karekî tarîxî û pir muhîm kiriye


DÎAKURD´ê ji bo ku kurdên Kurdistana Bakur mafên xwe yên netewî bigrin, xwe îdare bikin, bi riya abûqatên xwe serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daye û daxwaz hatiye qebûlkirin.

Qebûlbûna daxwazê ji alî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ji bo me kurdan serketineke baş e. ev gav ewê hin tiştên din jî bi xwe ra bîne.

Tirkiye çima hewqas zulmê li kurdên Kurdistana Federe dike?

Piraniya tirkan, faşîst, kemalîst û îslamîstên wan bi çavê dijmin li kurdan dinêrin, ji kurdan nefret dikin. Viya em giş zanin.
Lê bi taybetî jî ji kurdên başûr û rojavbayê Kurdistanê pir diqeherin, nefreta ji wan gelkî zêdetir e.
Çimkî ew xwedî statuyeke kurd û Kurdistanî ne. Xwe îdare dikin, wek me ne bindest in, kurdî zimanê resmî ye, zarok bi kurdî perwerde dibin. Ala Kurdistanê li wir hêl dibe.

02 september 2024

Tirkan li Îzmîrê leşkerekî amerîkî êsîr girtin û tûr xistin serê wî


Li Îzmîrê komek tirk wek wahşan, wek gurên har ên devbixwîn li leşkerekî amerîkî hatin hev, tûr(çewal) xistine serê xort. Vîdeoya xwe jî belavkirin, gotin me heyfa xwe ya 2003´a ji Amerîkayê girt.

Di 4´ê temûza 2003´a da leşkerên amerîkî li Silêmaniyê bînbaşîyek û 11 leşkerên tirk ji ber haziriya teqîneke terorîstî girtin. Dema ew birin îfadeyê, ji bo ku der dora xwe nebînin, bi rê da, di cemseyê da tûr(çewal) xistin serê wan.

Li ser hevaltiya medyaya sosyal

Hin xort ji min ra daxwaza hevaltiyê dişînin, lê profîla wan girtiye. Di Facebookê da keç pir kêm in; di X´ê da zêde ne.

Gelekê caran nav ne rast e, rismê zarokekî, heywanekî kirine profîla xwe. Meriv nizane kî ye, çi kes e?
Kurd e, ne kurd e?
Kurdî zane ya nizane?

Sed sal berê sebebê çênebûna Kurdistanê em bûn, nuha jî em in

Torimê(deveya biçûk)bi rê da ji arwanê ra got:

-Dayê, çonga min dilerize. Fena ku talûkeyeke mezin li pêş me hebe, ez wiha his dikim. Ka were em vegerin.
Arwanê bala xwe da torima xwe, tiştek negot, riya xwe domand.

Bîstek derbas bû, gava torimê eynî tişt careka din dubare kir, arwane zîvirî ser torima xwe, jê ra got:

01 september 2024

Pismamê Hekîm Luqman: Em bi kurdî axivîn, wek ku bibêjin vana kafir in êrîşî me kirin


Çend tirkên neyarên kurdan do bi şev Hekîm Lokmanê ji Kurdistana Başûr ji bo ku bi kurdî peyivîye dane ber kêran,kuştine.

Guh bidin xeberê bibînin bê tirk çi tînin serê kurdan.
Ev ne cara pêşî ye kurdan ji bo ku bi kurdî dipeyivin, bi kurdî distirên lînc dikin, dikujin.
Êrîşkar li dora 10 kesan bûne. Heta nuha yek jî negirtine. Heger kurdan tirkek kuştiba ewê tavilê bi dehan kes girtibana.

Ronî û Vîyan do gihîştin mirazê xwe


Do bi şev em li daweta du ciwanên xwe yên hêja, daweta Vîyan Kurekçî û Ronî Tanrikulu bûn. Em bûn şirîkê şahiya herdu ciwanan û herdu malbatan.

Dîtina murweta zarokên xwe ji bo dê û bavan bextewariya herî mezin e.
Aqûbet li serê me û zarokên me yên azib be.
Dawetek xweş bû, tu kêmasî tunebû. Em bûk û zavê pîroz dikin, ji wan ra temenekî dirêj û bextewar dixwazin.

Firat Aydinkaya secereya entellektuelên tirk başa ji hev vençiriye

Firat Aydinkaya di malpera Nûpelê da li ser entelektuelên tirk nivîseke pir hêja, mistewabilind nivîsî ye. Navê nivîsê, "Emê entellektuelên tirk çi bikin?"*

Nivîs bi tirkî ye, kesên tirkî zanin kanin nivîsê di malpera Rûpelê û di malpera ê ya Firat Aydinkaya da bixwînin.
Firat Aydinkaya mercek daye ser çend entelektuelên tirk, di roman û nivîsên xwe da li ser kurdan çi gotine raxistiye ber çavên me kurdan.

PARVE BIKE