11 september 2024

Payiza rengîn îro xwe nîşanî me da

Me rojên germ û xweş, payiza delal çavînokî kir. Li derve ximîna baranê ye, sar û sermayê dest pê kir. Ximîna dengê baranê pir xweşe, wek meriv li dengê kemanê gudarî bike.
Ji nuha û pê da li Stockholmê êdî emê hew germîyana çend roj berê bibînin. 

Roj hatiye dibê em êdî kincên xwe yên payizê û baranê ji dolabê dexin. Stockholm êdî ewê tim wiha şilî û şepelî be. 

Helbet nabe payiz jî wek havînê be, her demsal dibê li gorî xwe be. Çendakî din darên pelên xwe biwşînin, daristan, xweza wek zêr ewê zer bibe. Şikir me ev demsal dît.

XXX

Vêsê ez dixwazim bi du gotinên pêşiyan ji we ra bibêjim siba we xêr û silamet.

-Hat ji newalê bû xwedîyê malê.

Tirk hatin ji newalê, mêrikan bûn xwediyê Kurdistanê, em kurd jî bûn bindestên xerîbên malê.

-Dahşik mezin bibe jî ker e.

Hûn çi bikin jî dahşik nabin hesp, nabe şêr.

XXX

Em fêrî derve û gerê bûne, di hundur da sebra me nayê. Heta êvarî jî ewê veneke, tim baran be. Dibê ez tiştekî bixwînim. Di rojên wiha da karê herî baş xwendin û nivîsandine.

XXX

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Bexdayê ye. Pizîşkîyan gotiye ewê here Silêmaniyê û Hewlêrê jî.

Sebebekî cidî tunebe Pizîşkiyan naçe silêmaniyê û Hewlêrê. Îran dixwaze YNK´ê û PDK´ê saxlemtir bi xwe girê bide.

Partiyên me jî heger kara wan tê da hebe ne li dijî vê girêdanê, hevkariyê ne.

XXX

Serokerkan û wezîrê parastinê yê Tirkiyê yê berê Hulusi Akar gotiye, ”armanca perwerdeyê ne fêrbûna zanînê ye, tirsa ji Xwedê û fedîya ji însên e.”

Gotiye ”heger em tirsa ji Xwedê bidin zarokên xwe yên 4-12 salî, ew zarok herin ku jî jê netirsin. Heger hûn viya nekin, hûnê bi ataîstan, deîstan, LGBT´îyan ra mijûl bibin.”

Mêrik sîstem û armanca perwerdeya Tirkiyê baş tarîf kiriye. Ji xwe li Tirkiyê perwerde tam wek wî gotiye dimeşe. Armanca perwerdê ne zanîn û ilm e, dîndarî ye, dayina perwerdeyeke li gorî şerîeta îslamê ye.

XXX

Salihê Heydo ferhengeke kurmancî ya pir dewlemend e. Min nedîtiye tu kes bi qasî wî lîstok, kilamên zarokan, folklora kurmancî baş zanibe. Hemû tiştên ew zane dibê werin nivîsîn..

Ev sitranên zarokan ên ew dibêje pir hêja ne. Mamosteyên kurmancî dibê vana fêrî zarokan bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE