10 september 2024

Zava û bûk bi zewaca xwe ra di nav zêr û pera da man


Li Colemêrgê di daweta Serdar Adiyamanê lawê Şefîk Adiyamanê jîrkî da 5 kg zêr bi bûkê, Dîlan Çîftçî xanimê va kirine û 5 mîlyon û 150 hezar perê tirk jî bi zavê va kirine.

Diyar colemêrgî pir dewlemend in, di dawetan bi kîloyan zêr û milyonan pere bi bûk û zavê va dikin. 15 kesan bi seetan pere jimartine.
Qey zêr jî wezinandine. Ya na ewê çawa bizanibin 5 kîlo ye?

15 kesan pere jimartiye. Çima 15 kes û çima jimartineke resmî min fêm nekir.
Qey ji bo pere neyê dizîn bi 15 kesan dane jimartin.
Meriv perê xwe tije telîsekî dike û dibe mala xwe. Ji bo çi li wir bijmêre û îlan bike?

Qey mesele nav e, reqlam e.
Xortên feqîr ji ber bêperetiyê nikanin bizwicin. Ya jî ji ber ku keçên tirk belaş in, feqîran ji mecbûrî bi tirkan ra dizewicin.

Û gava bi keçên tirk ra dizewicin zarokên wan dibin tirk. Diya tirk zarokên xwe dike tirk.

Dinya wih aye, dewlet tê ser dewletê, yê zengîn hinekî din zengîn dibe.

Xizan jî perîşan dibe. Heger bizewice jî nikane daweteke xweş çêke.
Xizanî ne tu çek e, Xwedê milê kesî tê ra neke.

 Zengînê wek Serdar Adiyaman û Dîlan xanimê him zewicîn, him jî bûn mîlyarder. Ji wan ra temenekî dirêj û jiyaneke bextewar dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE