12 september 2024

Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan li Kurdistanê ye

Mesûd Pizîşkiyan gihîşt Kurdistanê. Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Pizîşkîyan îro li Hewlêrê ewê dest bi hevdîtinên xwe bike. 

Pizîşkîyan li Bexdayê gotibû ewê here silêmaniyê jî. Çimkî kurd êdî du hukûmet in. Hukûmeta PDK´ê Hewlêrê e, ya YNK´ê jî  Silêmanîyê ye. 

Pizîşkîyan dixwaze kurdan baştir bi xwe ve girê bidin. Lema bi kurdî dipeyive, pir xweş dike. Faris hostayî vî karî ne. Di hingivê wan da jî jahrî heye.

Medya kurdî û hin kurd axaftina serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi kurdî pir mezin dikin. 

Bi baweriya min ne tiştekî mezin e. Pizişkîyan li Mahabadê hatiye dinê, di nav kurdan da mezin bûye, normal e kurdî bizanibe. 

Heger kurdî nezanîbûya ewê ecêbeke pir giran bûya.

Seokên kurd hemû farisî zanin. Ereb, azerî û tirkmenên li Kurdistanê mezin bûne ew jî kurdî zanin.

Tirk pir îstîsna ne, çimkî ji kurdan nefret dikin, lema jî kurdî fêr nabin.

XXX

Bi derziyê meçe ser şûjinê. Şûjin ji derziyê dirêjtir e.

Derzî nikane şerê şûjinê bike. Heger tu israr bikî tu yê li zirarê derkevî, birîndar bibî.

Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê lec nabe.

Dunya guherî, êdî bi tivingê, bi keleşê meriv nikane şerê li hemberî dewletan bike. Berê dibû, heger yekîtiya me hebûya me kanîbû bi tivingê zora dijmin bibira. Lê nebû.

Şer êdî bi droneran, bi fuzeyan dibe. Dibê em kurd jî li gorî van rastiyan hereket bikin.

XXX

Îro, gelê Amerîkayê û dinya qurbaniyên qetlîama terorîstên îslamî 23 sal berê, di 11´ê îlonê da kirin bi bîr tîne.

Divê em ji bîr nekin heman fanatîzma dînî îro jî bi riya Hamasê, Hizbullahê û gelek terorîstên din hîn jî xurt e û jiyana me tahdîd dike.

Îslama radîkal êdî li her welatê Ewrûpa talûkeyeke mezin e.

Li her dera hêzên îslamî lê xurt dibin, wê derê li însanan dikin zindan, dikin dojeh. Ev hêzên terorîst ne bi serê xwe ne, dewlet li pişt wan in, lema naqedin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE