44 sal di ser înqîlaba leşkerî ya 12´ê Îlona 1980´yî ra derbas bû.
44 sal berê li Tirkiyê leşkeran di bin serokatiya Kenan Eevren da bi zor dest danîn
ser hukim û dest bi zulm û teroreke mezin kirin.
Zirara herî mezin me kurdan dît.
Cûntayê herî zêde berê xwe da kurdan, bi hezaran kurd
girtin, îşkence kirin, di zindanan da kuştin.
Ji armanca cûntayê yek jî fetisandina tevgera kurd a netewî bû. Liberxwedana miletê kurd neqediya, lê zirarek mezin dît. Îro jî rewş ji ya wê demê ne baştir e.
Hetanî miletê kurd azad nebe emê tim ne azad û di bin zulmê da bin.
Bimre cûnta faşîst ya 12´ê îlonê!
Bijî azadî û serxwebûna miletê kurd!
XXX
Bi derziyê meçe ser şûjinê. Şûjin ji derziyê dirêjtir e.
Derzî nikane şerê şûjinê bike. Heger tu israr bikî tu yê li
zirarê derkevî, birîndar bibî.
Bi rextê piştê, bi hevîrê teyştê lec nabe.
Dunya guherî, êdî bi tivingê, bi keleşê meriv nikane şerê li
hemberî dewletan bike. Berê dibû, heger yekîtiya me hebûya me kanîbû bi tivingê
zora dijmin bibira. Lê nebû.
Şer êdî bi droneran, bi fuzeyan dibe. Dibê em kurd jî li gorî
van rastiyan hereket bikin.
Vê gotina xwe ji kesê xwedê giravî ku xwe wek niviskar
ronakbîr rewşenbîr siyasetmedar akademisyen diroknas parêzger abormanzan RE
bêje Van rexneye xwe gazinên xwe jî Van bêşermara bêje bese bese bê şermino
bese çekdar di karê xwedenin karê xwe kirine û dikin lê Ka nivîskar û ronakbir
û rewşenbîr û diroknas û siyasetmedar û tevahîya beşê zanneyêde û parêz ger û
kanê diasporeka bi hêz li kuye ?li kîjan bêşermîyêde rûniştîne di kîja bê
ûjdanîyê de xwe veşartine
Di dîwana kîjan bê rûmetîyêde rûniştine kiresê bişerefîyê li
xwe kirine, çekdar sed salın şerdikin û ji bona kurd kurdistanî ya canfadayî
şehid dibin
Lê akademîsyen li kûne,
Kanê konferansa akademisyen û diyasporekï di tevahîya cîhanê
de û jiyanêde û di rêbaza zanyarîde diasporekî bı Zana û bi hêz û dewlemend li
kûne?
Şakir Ulug, ezê nuha te ji hevaltiya xwe derxînim. Çimkî tu
merivekî nekamil î û şerûd î. Tu li ciyê ciyê rehetiyê, bêsebeb hevalê xwe
diêşînî, gotinên çort dikî.
Min gotineke pêşiyan gotiye, min gotiye dibê meriv li gorî
hêza xwe û li gorî şertan hereket bike, tiştê li zirara xwe neke.
Min navê tu partîyê, tu hêzê nedaye, min tu partî rexne
nekiriye. Min tiştekî xeram negotiye, min tiştekî gelemperî gotiye.
Te barek şîret li min kiriye, te gotiye nizanim here van
gotinên xwe ji kê û kê ra bibêje. Tu dibêjî qey min heqaret li te, li partiya
te kiriye, lema tu hewqasî aciz bûye û van şîretên çort li min dikî.
Ez te ji hevaltiya xwe derdixînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar