12 september 2024

Tesadufeke pir hêja û pir xweş


Do baran bû, em ji mal derneketin. Xanim rehet nesekinî, rabû ket qulik û pacan û dolaban. Tişt- miştên tê da gişk derxistin, ji hev girtin. Got ez paqijiyê dikim.

Dûra kilasorek(permek)mezin anî da min, got di viya da rojnameya Armancê hene, hela lê binêre. Heger ne lazim e ezê bavêjim.

Min nizanîbû jimarên Armancê yên destpêkê(1979-1985)li ba min hene.
Min got deyne wir, ezê dûra lê binêrim.

Min îro lê nêrî. Wek li xezîneyekê rast bêm. Pir kêfxweş bûm.
Min yek bi yek bala xwe da wan. Jimarên 2,3, 4 kêm in, lê yên din, hetanî jimara 61´ê gişk hene. Armanc ya jimara 62 ya jî 63´a xurrî bû kurdî. Ez dibêjim ewê 63 be.

Armanc berê tirkî û kurmancî bû, piranî bi tirkî bû.
Hetanî bibe xurrî kurdî ebata wê A4 bû û nivîs tirkî, kurdî û bêîmze bûn, kesî bi navê xwe nedinivîsî.



Nivîsên bi kurmancî yên hetanî jimara 62´a piranî yên min in. Lê nivîsên min ên tirkî jî hene. Ew jî bêîmze ne.
Piştî Armanc bû xurrî kurdî (22-08-1986), êdî her kesî bi navê xwe nivîsî. Bi kêmanî piranî wisa bû.

Dixwazim qala du nivîsên xwe yên bêîmze û hevpeyvîneke xwe bikim. Ji ber ku bêîmze ne kes nizane nivîs yên min in. Min got bira bêxwedî, bê nav nemînin. Herdu nivîs û hevpeyvîn yên min in.

1-Di dîrokê da serîhildana Şêx Seîd. Armanc, 1983, sibat. Jimar 39, rûpel 20-27.

2-Serîhildana Dêrsimê. Armanc, 1984. Jimar 47-50


Hevpeyvîn jî li ser zarokxanaya kurdî ye. Tirkiyê xwestiye zarokxaneyê bide girtin. Min bi berpirsiyarê zarokxaneyê Ove Radberg û du zarokan, Sewal û Şoreş Mert ra hevpeyvîn kiriye. Sewal û Şoreş Mert xwişk û birayên hev in.

Hevpeyvîn di Armancê jimara 59-60´î da ye. Armanc, 1985, çileya paşîn-sibat. Rûpel 12-13.

Mamosteyên wê zarokxanê, jê ra digotin Hêlîna Kurdî, Bonya Cegerxwîn, Husametîn Aslan û Mahmûd Lewendî di 8´ê vê mehê da li Kitêbxana Kurdî 40 saliya wê zarokxanê pîroz kirin.

Fersend çênebû ez jî beşdarî wê pîrozbahiyê bibim.
Xwezî berî pîrozbahiyê min ev kilasor dîtiba. Minê hevpeyvînê bibira nîşanî beşdaran, Sewal û Şoreş bida. Ewê surprîzeke xweş bûya, kêfa wan ewê bihata.

Dixwazim bi vê nivîsa xwe wê hevpeyvînê aktuel bikim. Heger wexta min hebûya minê nivîs binivîsanda û biweşanda.

Lê bi kêmasî çavkanîya hevpeyvînê nîşan didim. Yê bixwaze kane here li Kitêbxana Kurdî li wê jimara Armancê binêre.

Ezê Armancên li ba xwe gişan bibim bidim Kitêbxaneya Kurdî, bira têkeve arşîva kitêbxanê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE