13 september 2024

Ferqa serokekî Îranê û yê Tirkiyê

Serokê Îranê Mesûd Pizişkîyan

Îran jî wek Tirkiyê dewleteka beşekî welatê me dagir kiriye. Serokê Îranê Mesûd Pizîşkîyan jî wek serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serokê dewletekeke dagirker e.

Mesûd Pizîşkîyan jî bi qasî Erdogan li dijî azadî û serxwebûna miletê kurda e.
Lê Mesûd Pizîşkîyan dîsa jî kane bi kurdî bipeyive, bi rehetî bibêje Kurdistan, here ser gorra Celal Talabanî û di deftera gorrê da bi hurmeteke mezin pesnê Celal Talabanî bide.

Mesûd Pizîzkîyan kane him van tiştan bibêje, him jî serokê kurdan bide kuştin.
Faris wiha ne, ya dilê xwe tu carî nadin der, bi dev dost in, lê bi dil dijmin in.
Tirk, serokên tirk ne wiha ne.
Serokê tirkiyê Erdogan ne mimkûn e here ser gorra Celal Talabanî û bi hurmet pesnê wî û mezinahiya wî bide.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan do çûye ser gorra Celal Talabanî û di deftera xatirayê da bi farisî wiha nivîsîye:

"Îro tevî heyeteke pilebilind a wezîrên Komara Îslamî ya Îranê em hatin Silêmaniyê û derfet çêbû qevdegulekê daynin ser gorra Celal Talabaniyê ezîz û birêz û fatîhayekê bixwînin û silavekê ji ruhê wî yê bilind re bişînin.  

Mam Celalê dûrbîn û rewşenbîr, canfedayê xebatê, ew zilamê mezin ê berî û piştî şoreşê ji bo serxwebûn û azadiya niştimana xwe xebitî bi bîr tînim.

Em spasiya hewlên wî yên avakirin û duristkirina yekitî û yekrêziya navxwe ya welêt û hevkariya wî ya bi Îrana ezîz re dikin.

Xwedê ruhê wî şad bike û bibîranîna wî heta hetayê ji bo têkoşeran û mirovên azadîxwaz ên cihanê zindî bihêle.

Mesûd Pizîşkiyan, Serokkomarê Îranê”
2024-09-12

Çavkanîya xeberê malpera Rûdawê ye.

Dinya jî xera bibbe Recep Tayyip Erdogan naçe ser gorra Mam Celal Talabanî û bi vê hurmetê qala wî nake.
Siyasetmedarên faris dilê wan reş be jî kanin medenî, kibar hereket bikin. 

Siyasetmedarên tirk ne wiha ne, nikanin wek siyaset, wek dîplomasî jî gotineke xweş di heqê serokekî kurd da bibêjin.

Di dilê wan da çi kîn û nefret hebe nîşan didin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE