13 september 2024

Me îro hinek sêvên xwe top kir


Me îro sê satil sêv, li dora 9-10 kîlo sêv ji dara xwe top kir. Hîn hewqas jî pê va mane. Ezê wan jî çend rojên din top bikim.

Dara me îsal sêv pir girtiye, guliyên feqîrê di bin sêvan da xwar bûne.
Dara mêwê cî lê teng kiriye, roj baş nadê. Lê mala wê ava be dîsa jî barek sêv girtiye.
Xaniyê bi hewş, hewşa bi bexçe, bi dar xweş e. 

Kêfa min pir ji hewşê û ji bexçe ra tê. Ez ji apartmanê hez nakim, li xaniyê bi hewş bîna min fire dibe.

Perê min hebûya minê vîlayek bi bexçakî mezin bikiriya.

Cîraneka me got meriv kane sêvan bi kaxetê bipêçe û demeke dirêj, hetanî zivistanê hilîne. 

Me heta nuha neceribandiye, emê îsal biceribînin. Ezê wan yek bi yek têxim nav kaxetê û di mexzenê da hilînim.

XXX

Gava tiştekî meriv bibêje, binivîsîne tunebe dibê meriv parvekirinên bêmane, belasebeb neke. Sirf ji bo ku tiştekî di medya sosyal da parve bikim dibê meriv zorê nede xwe. 
Hin kes ji bo tiştekî parve bikin hin pirsên kenê meriv tîne dipirsin. Însanên mest û mezin çima tiştên wiha dikin nizanim.

Meriv ne mecbûr e her roj tiştekî parve bike. Gava tiştekî meriv parve bike tunebe, dibê meriv bêdeng bimîne. Ez dibêjim wer xweştir e. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE