14 september 2024

Zarok êmîşê mala ne


Arasê me, bavê xwe û diya diya îro hatin serdana me. Ev çend roj in diran derxistiye, me jê ra danoya dirana çêkir.

Li ba me dema zarok diranan derdixin jê ra dano çêkin. Malbat, cîran kom dibin, bi şahiyekê pîroz dikin. Cîranên em nas dikin tune ne, me xwe bi xwe pîroz kir.

Vê carê em baştir nas kir, di himêza me da pir rehet bû, qet negirîya. Heyşt(8)mehî ye, êdî xişir bûye, dikene, derûdora xwe kontrol dike.

Min ji wan ra pastak çêkir û me bi hev ra çend risim girtin. Zarok êmîşê mala ne. Êmîşê me çû, mal xalî ma.





XXX

Ava bîrê bi bîrê tahl e.

Do li Gewerê yekî ji derdê kurdan dikir qîrîn û hawar, digot ne li bajêr tenê, di malan da jî êdî kes kurmancî napeyive, zimanê me bûye tirkî.

Ava bîrê bi bîrê tahl e. Zimanê me bi me tahl bûye. Li Kurdistana Bakur piraniya kurdan dev ji zimanê xwe berdane, bi zarokên xwe ra, bi hev ra, li çarşî û bazarê bi tirkî dipeyivin.

XXX

Pêşiyên me ji kesên bêxîret gazin kirine, gotina ”eyarê bênamûsan fire ye”. Rast e, yê carê kumê bênamûsiyê bide serê xwe, hew ji serê xwe datîne. Tu çi dikî jî yên bûne heval û rêberên dagirkerên welatê xwe dev ji hevaltiya wan bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE