15 september 2024

Nivîseke 24 sal berê

Min ev nivîsa xwe 24 sal berê bi minasebeta pîrozbahiya 4 saliya rojnameya Azadiya Welat ji Azadiya Welat* ra şandiye.
Nivîs di rojnameyê da hat weşandin, nehat weşandin nayê bîra min. 

Du sê roj berê ez rastî wê û çend nivîsên xwe yên din hatim. 

Heger Azadiya Welat wê demê weşandibe jî haya nifşên nuh jê tune ye. 24 sal di ser ra derbas bûye.
Ez diweşînim, bira di bloga min da jî wek belgeyekê hebe.


Tarîxa min şandiye min nenivîsî ye, lê ji ber ku min bi minasebeta 4 saliya wê şandiye, sal ya dawiya 2000´î ye ya jî destpêka 2001´ê ye.

Ji rojnameya Azadiya Welat ra

Xortên delal, birayên ezîz
Ez çar saliya rojnameya we ji dil û can pîroz dikim û ji w era serkeftinê dixwazim.
Xortno, dibê hûn baş bizanibin kar û barê hûn dikin, fedekarî û canfîdayîya hûn nîşan didin ji alî hemû kurdên bi xîret, bi şeref va tê teqdîrkirin. Ew bi mejiyê xwe, bi dilê xwe bi vê xebata we ra ne. Hûn li ser riyeke rast in û karekî gelekî pîroz dikin. Di vî warî da dibê dilê we di cî da be.

Birayên delal, hûn rastiyê dixwazin ji zûda ye min dixwest bi nameyekê we pîroz bikim. Lê min tim roj bi rojan da û heta îro hat. Bes wê rojê dema min çû çend jimarên rojnameya we ji Enstîtuya Kurd a Stockholmê girt û nivîsa li ser çar saliya Azadiya Welat xwend, hema di cî da min biryara da vê nivîsê ji we ra binivîsînim.

Wek we jî gotiye, dibê meriv qet guh nede wan kesên ku dibêjin ”bazara zimanê kurdî kesad e.”
Şikir ji Xwedê ra Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Bedirxan û gelek pêşiyên me yên din ên ku li pey xwe ji me ra mîratek hîştine, guh nedane gotinên kesên wiha û wan jî wek gelek kurdên din ji ziman û edeîbyata miletên din ra xizmet nekirine.
Heger wan jî gurra kesên wiha bikirana û bigotana rast e, ”bazara zimanê kurdî kesad e”, meriv nikane tiştekî lê bifroşe, gelo nuha halê me ewê çawa bûya, emê îro bi kîjan şair û berhema kurdî ya kilasîk serbilind bûna?

Dîsa heger we jî guh bida gotinên wiha û ji dêlî xizmeta ji ziman û edebîyata kurdî ra, we jî xwe bida xizmeta zimanê tirkî, gelo nuha li dewsa Azadiya Welat û bi dehan kadirên ku di vê xebatê da bejn dane û pêş va çûne ewê çi hebûya?
Bi baweriya min qet!
Heger meriv guh bide gotinên wiha dibê kurdan li hemberî zulm û zora vî dijminê bêexlaq hîn gelek salan serê xwe bitewanda, ranehîşta darê tivingê û bi qehremanî doza azadiya xwe nekira.

Lema jî ez dibêjim we gelkî baş kiriye, we bi gotina wan nekiriye, we jî negotiye ziman ne girîng e, ya girîng xebata ji bo rizgariya welêt e.

Gotineke pêşiyan heye, dibêje, mêrê tirsonek tu carî nikane bi sîngê gewr û boz şa bibe”.
Ev yek ji bo xebatê jî wiha ye, di nuxteyekê da dibê meriv biwêribe gavekê bavêje. Heta meriv dest bi kar neke meriv fêr nabe, meriv bi pêş nakeve. Çimkî ajnêberî di nav avê da tê fêrbûn. Li derî avê meriv ne dikane bibe ajnêberekî baş, ne jî yekî xerab.

Ya din jî dibê êdî em ji xwe ra bin, êdî bes ji xwe ra kûsiyan, ji xelkê ra masîyan bigrin. 

Dibê em jî wek xelkê ji zimanê xwe ra, ji edebîyata xwe ra, ji kultura xwe ra xizmetê bikin. 

Yanî ne kulîlkên bexçê miletên din, kulîlkên bexçê xwe pirtir û rengîntir bikin. 

Dibê em xwe biçûk û gelê xwe jî nezan nebînin. Gelê jî me jî wek her gelî layiqî bi sedan kovar û rojname ye. 

Dibê îro ne Azadiya Welat tenê, bi sedan kovar û rojnameyên edebî, siyasî, tarîx, magazîn û hwd hebûna. 

Ma îro hîn jî tunebûna rojnameyeke kurdî ya rojane ji bo me hemû kurdan ne kêmasîyek e, heta ne şermeke mezin e?
Bi baweriya min ne yek, dibê çend heb hebûna. Ji ber ku milet bi dezgehên wiha, bi wasîteyên wiha dibe milet, ne bi gotin û siloganên vala.
Wek bala we jî dikşîne, hûn dibînin heta ji destê dewletê tê nahêle kurd bibin xwedî dezgeh û wasîteyên milî.
Nahêlin kurd bibin xwedî rojname, telewîzyon, radyo û mueseseyên wek wan. 

Ji ber ku ew dizanin bi wasîteyên wiha ziman belav dibe. Ziman, ruhekî cihê, hestên cihê, qerekter û şiûreke cihê dide mirovê kurd. Yanî jê ra dibe nasname û pasapoprta wî.

Ev nasname yekîtiya kurdan ya millî xurt dike. Mesela dema meriv li xerîbîyê rastî yekî kurdî zanibe tê, di cî da xwîna meriv dikele ser, meriv bêhemdî xwe jê hez dike. Çimkî meriv wî ji xwe dihesibîne.

Lema jî em kanin bibêjin ziman nifta(kilîta) dil e, tenê bi riya wî meriv kane têkeve meju û dilê însên.
Dijmin vê yekê baş zane, ji ber vê yekê jî heta jê hatiye tim rê li ber fêrbûna kurdî girtine, nehîştine kurd bi hawakî azad fêrî zimanê xwe bibin.

Îcar nexwestina wan meriv fêm dike, çimkî ew dijmin e. Ya girîng şêla me ye, me girîngiya meselê çiqasî fêm kiriye?
Li gorî baweriya min her kurd divê bêyî vir da, wê da bi zimanê xwe bipyive, bixwîne û binivîsîne. 

Yanî di hemû warê jiyanê da dan û sitendin dibê bi kurdî be. Ew kesê di jiyna xwe ya sosyal da vê prensîbê bi kar neyne, maneya xwe ew e ku wî ji nêt û hedefa dijmin tiştek fêm nekiriye.

Bi destûra we ez dixwazim tiştekî din jî bibêjim. Helbet meriv zimanê xwe ji gotinên biyanî pak bike tu çewtî tê tune ye. 

Lê bi baweriya min vê yekê jî dibê meriv pir bi dîqet bike, zêde bi pêş da neçe, zimên ji kerasê wî yê tebiî dernexîne.
Bi min wiha tê hûn zêde zorê didin zimên, hûn gelkî bi rehetî gotinên çêkirî û nuh bi kar tînin.
Bi ya min hûn hinekî xwe ji vê yekê kef bikin ewê çêtir be. Çimkî ya girîng, tiştê meriv dinivîsîne dibê bi hawakî hêsa were fêmkirin; dibê însan lê varneqilin, ji dêlî fikrê serê xwe, bi zimanê nivîsê mijûl nebin.

Mesela birayê Samî Tan gotiye, ”bîrdoz”. Min bi xwe fêm nekir ”bîrdoz” tê çi maneyê?
Ya din jî navê mehan e. Hûn dibêjin ”kewçêr, berfenbar, rêbendan" û hwd.
Li gorî baweriya min vana navên herêmî ne û li gora tebîeta wê herêmê ne. 
Heta ji navê mehê wêdetir, vana navên demsalan in û ew jî li her derê nayên bikaranîn. 

Mimkûn e li herêmeke din, li gorî tebîeta wê herêmê navekî din li meha ”befenbar"ê (meha 12´a)hatibe kirin.

Helbet ez nizanim ji bo hemû mehan hûn kîjan navan bi kar tînin. Lê esas ne şert e navên hemû mehan bi kurdî be û ji xwe bi hemû zimanên din jî ev nav tune ne. Pêşniyara min:
Ocak: Çileya paşîn. Ya jî yanûarî ya jî ocak.
Şûbat: Sibat
Nîsan: Nîsan
Mayis: Gulan
Hazîran: Hezîrn
Temûz: Tîrmeh ya jî temûz.
Agustos: Tebax
Eylul: Îlon

Ekîm: Çiriya pêşîn, ya jî oktobir
Kasim:Çiriya Paşîn, ya jî qasim
Aralik: Çileyê pêşîn ya jî desembir
Careke din çar saliya rojnameya we ji dil û can pîroz dikim û ji we hemûyan ra serkeftinê dixwazim

* Azadiya Welat rojnameyeke xurrî kurdî bû. Ji 21´ê kanûna paşî ya 1996´a(21/12-96) heta tebaxa 2016´a li Stenbolê û li Amedê weşana xwe domand. Rojname di 28´ê tebaxa 2016´a da hat qedexekirin.
Azadiya Welat, berê wek rojnameyeke hefteyî(1996-2006)derket, dûra heta tebaxa 2016´a bû rojane.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE