16 september 2024

Di nav kurdan da yên herî pir xerabe bûne em kurdên Kurdistana Bakur in

Bi qasî ez dibînim em kurdên Kurdistana Bakur li gorî kurdên hersê perçên din bêtir, zûtir û rehettir entegreyî Tirkiyê û asîmîle bûn.

Me kurdbûna xwe, zimanê xwe, kultura xwe baş neparast.

Em tarîxa xwe, edebîyata xwe, zimanê xwe, coxrafya xwe baş fêr nebûn, me her tiştê tirkan da me, xistinê serê me pir rehet, qebûl kir û kir yê xwe.
Ne îro tenê, ji avabûna Tirkiyê va ye ev wiha ye. Ji ziman û edebîyata xwe bêtir, me ji ziman û edebîyata tirkan hez kir, me ew fêrî hev kir.

Lema jî ruhê kurdayetiyê, nasyonalîzmê li ba kurdên bakur li gorî kurdên beşên din kêmtir e, zeîftir e. Ji ber wê jî gelekan pir rehet dev ji zimanê xwe berdan û bûn tirk.
Ne kurdên nezan tenê, kesên siyasî, pêşengiya tevgera kurd dikin jî Tirkiyê wek welatê xwe dibînin.
Kurdên hersê beşên Kurdistanê wek milet tim ji me şiyartir û kurdtir bûn.
Ji me gelek kes bûne heval û rêberên dijminê xwe. Gava meriv dibîne kurd bi dagirkerên welatê xwe mil bi mil li ber çavê meriv digerin meriv pir diêşê.
Çima wiha bûye, sebeb û faktorên vê yekê miheqeq hene. Lê sebeb çi be jî tirkan tiştek di me da nehîştine, yên şiyar, nebûne tirk, li ber xwed didin him hindik in, him jî baş û tam ne li dijî entegrasyon û asîmîlasyonê ne.

XXX

Gotineke xweş heye, dibê heger ”beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya.”

Hin kes heger baş bûna nedibûn heval û rêberên dijmin û li ber çavên me nedigerîyan.

Ji bo ku ji dijmin veqetin dibê meriv bixebite, lê zor e, yên çûne zû bi zû venagerin.

XXX
Çêlikê(çêjikê)gura ji meriv ra nabin bav û bira.

Hin siyasetmedarên me ev yek baş fêm nekiriye, ya jî zanin lê dîsa jî dixwazin bi guran ra bibin dost û bira. Rî dibe bihost, dimin nabe dost. Gerek em kurd vê rastiyê ji her kesî bbaştir bizanibin.

XXX

Tu çiqasî li dinê bimînî, tu yê ecêban bibînî.

Bi xêra vê teknolojiya dijîtal û medyaya sosyal em her roj ecêbên giran dibînin. Ya xerab meriv nikane dengê xwe jî bike. Dinya hurîyet e, çi tê devê xelkê dibêje. Çêtir e meriv kanibe bi xwe, serê xwe nexe teşxelê. Zimano leqleq, serîyo teqreq.

Serê vehesîyayî ji serê di teşxelê da rehettir e. Heta ji we tê serê xwe nexin teşxelê, meriv nikane qûna dinyayê rast bike.

XXX

Fewzî Hemzeyê efrînî kemanjenekî hêja ye. Dibêje pişştî felaketa hat serê me ji kemana min dengekî din dertê.

Wek vî xortî, ez jî ji dengê kemanê û ûdê pir hez dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE