Hin însan wek kulîlka ji demsala xwe xeyidî be, carê
çilmisîne hew vedibin. Ne berkol pere dike, ne jî avdan.
Bêhêvîtî însên wek gula çilmisî diçilmisîne, hişk dike.
Çira ji koran ra, def
ji kerran ra bêfêde ye. Ha bibêje, ha bibêje, tim kerr û gêj e...
Gula çilmisî venake, mirî ji gorran ranabin.
XXX
Gelo emê rehetiyê, huzûrê çawa bi dest xînin? Huzûra me
girêdayî azadiya me ye.
Gerek em gişk viya bizanibin û ji bo azadiya xwe bixebitin.
Em bi tifaq bin azadiya me mimkûn e, ne dûr e.
Dibê her kurd ji bindestiya xwe, ji bêdewletiya xwe şerm
bike.
XXX
Serokên dagirkerên welatê me durû ne, dişibin dezgeha
bazarê. Li ser dezgeha bazarê tiştên baş li pêş e, li ber çava ye, lê paşî
genî, xerabe ye.
Dagirkerên welatê me jî bi dev xweş dikin, lê dilreş in,
gorra me dikolin.
Bi van durûtiyên xwe heta nuha gelek caran derbên mezin li
me xistine.
Dijminên bav û kalan nabin dost û yarên lawan. Destên wan
rast naçe paxila wan.
XXX
Ji ber ku serokê Huda-Parê Zekerîya Yapicioglu gotiye em li
dijî madeya 4´a ya Qanûna Esasî ne, tirkekî bi navê Nîhat Genc heqaretên pir
giran, heqaretên kûçik ji ber pûrta xwe diweşîne li Zekerîya Yapicioglu kiriye.
Heger kurdekî ev heqaretên Giran li Zekerîya Yapicioglu
bikira bersîva wî ewê pr giranbûya.Yapicioglu û hevalên wî ewê heftêûheft bavên
wî kesî bibirana perakî, ewê qiyamet rakirana.
Ez bersîva Zekerîya Yapicioglu û Huda-Parê meraq dikim. Gelo
ewê bêdeng bimînin ya jî bersîveke Nîhat Genç heq kiriye bidinê.
Ev segê har dibê bê bersîv nemîne, dibê bersîveke ji ya wî
girantir were dayin. Heqaretan li Zekerîya Yapicioglu tenê nake, li hemberî
kurdan jî bêedebîyê dike.
Yên guhertina Qanûna Esasî dixwazin ne Yapicioglu tenê ye, Erdogan jî, gelek tirk jî dixwazin. Lê ew newêri ji wan ra tiştekî bibêje, çavê wî yekî kurd dibirre. Ew kurd jî bûye zilamê wan , lê dîsa jî têrê nake.
Meriv hewqasî har, hewqasî bêedeb nabe. Dibê hinek oştî vî
segê har bike, navê wî bi bîra wî xîne, bibêje heta zikê te di teqe biewte.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar