28 september 2024

Dibê meriv bi kar û berhema xwe xelkê derbas ke

Mamoste ji xwendekarê xwe yê jîr, lê gelkî nahs û nerehet pirsî:

-Çima tu ji hevalên xwe hewqasî didexisî, tu nahêlî dersa xwe çêkin, tiştên ew çê dikin tu xera dikî û bela xwe di wan didî? Ji bo çi tu wiha dikî?
Xwendekar got:
-Çimkî ez naxwazim ew ji min bibihurin, ji bo ku ez tim yê baş, yê yekem bim.

Mamoste ji ber masa xwe rabû, tebeşûrek girt destê xwe û çû çixîzek kişand ser textê nivîsê. Dûra jê ra got:

-Ka were nîşanî min bide, tu yê vê çixîzê(xêzê) çawa kin bikî?

Xwendekar got:
-Ezê qismekî çixîzê jê bibim. Rabû çû qismekî çixîzê jê bir, çixîz kin kir.
Mamoste ev bersîv qebûl nekir.
Xwendekar hinekî fikirî. Destekî xwe da ser qismekî çixîzê, got:
-A va ye kin bû. Nuha giş xuya nake.

Mamoste ev bersîva wî jî qebûl nekir, got ev bersîv jî şaş e.
Xwendekar pir fikirî, lê bersîveke din nehat bîrê.

Mamoste piştî fêm kir ewê nikanibe bersîva rast bigire, çixîzeke ji ya berê dirêjtir kişand ser text û got:

-Nuha çixîza berê çawa xuya dike?
Xwendekar bi dengekî fedyok got:
-Kintir xuya dike.
Mamoste got:
-Ji dêlî ku tu çixîza hevalê xwe xera bikî, bi xebata xwe, bi zêdekirina zanîna xwe tu kanî çixîza xwe ji ya hevalê xwe dirêjtir bikî. Ev, ji xerakirina çixîza hevalê xelkê hîn baştir e. Bira hevrikî, pêşbazî û reqabeta te bi te ra be, ne bi hinekên din ra be. Xwe bi pêş xîne, hevalê xwe bi xebata xwe derbas ke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE