Zemanek dihere, zemanek tê, helbet rojekê kurd li hespê
siwar tê û digihîje serxwebûn û azadiyê.
Qey rojekê rojê li me kurdan jî hilê. Ev miheqeq e.
Ji bo ku em kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe dijminên me hetanî nuha çi
nerindî, xerabî ji destên wan hatiye kirine.
Mezin û rêberên me jî bi piranî hetanî nuha îmtihaneke baş nedane, dersa xwe
baş nexebitîne, tim di sinifê da mane.
Nifşên nuh zanetir in, dost û dijminên xwe baştir ji hev digerînin, êdî nadin
dû îdeolojiyên berradayî û bi zirar. Li ser rast û çepîtiyê bi hev nakevin.
Hin tevgerên îslamî hîn nehatine ser riya rast, lê înşela ewê jî baqil bibin,
dev ji zilamtî û şûrkêşiya xelkê berdin, ji bo azadiya miletê xwe bixebitin.
Kurdperwerî, nasyonalîzim roj bi roj di nav nifşên nuh da xurt dibe. Ev yek
ciyê kêfxweşiyê ye. Dibê meriv mil bide kurdperweriyê, vê tevgerê, vê fikra
millî xurt bike.
XXX
Dijminê me yê herî har dîsa gefên mezin li kurdan Kurdistana Rojava xwariye. Li
Kurdistana Roava îdareya kurdan, perwerdeya bi kurdî bûye kelemeke di dil û
çavê wan da. Lema her roj kurdan tacîz dikin, çend ciwan dikujin û gefên mezn
li kurdan dixun.
Lê kurdan dîwarê tirsê ji zûda ye hedimandine, ew çi bikin jî kurd dev ji doza
xwe bernadin.
Heger tirsa gur ji baranê hebûya ewê kumek ji xwe ra çêkira.
XXX
Di telewîzyona Haberturkê da daxwaza kuştina Bafil Talabanî
hat kirin.
Ev yek tiştekî pir ciddî ye, dibê meriv bi henek lê nenêre.
Serokê Îstîxbarata Serfermandariya Tirkiyê yê berê Îsmaîl
Hakki Pekîn, di telewîzyona Haberturkê da eşkere got, dibê Tirkiye serokê YNKê
Bafil Talabanî bide kuştin.
Gava di telewîzyonê da ev yek eşkere were gotin, gelo nuha
bi dizî çi dolaban digerînin.
Kuştina Bafil Talabanî ne fikrê Îsmaîl Hakki Pekîn tenê ye,
Tirkiye cînayetên wiha red nake.
Hilbinartinên 20´ê cotmehê nêz dibe, îhtîmala cînayetên wiha
heye. YNK gerek tedbîrên baş bigre, şans nede cînayetên wiha.
Bi cînayeteke wiha dixwazin kurdan berra hev bidin, bi hevdu
bidin kuştin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar