30 september 2024

Korfahmî meriv dike zilamî xelkê

Îsraîl û Hamas şer dikin, hin kurdên me li xwe dixin, porê xwe dirûçikînin.

Serokê filistîniyan tê kuştin, hin kurdên me dikin qîrîn û hawar, xwe perçe dikin, rismê mêrik wek bavê wan şehîd ketibe bi bedena Amedê va dikin.
Serokê Hizbullahê tê kuştin rismê wî jî bi bedena Amadê va dikin. Hûn bi qurbana wê bedenê bûno, ma Hesen Nasrallah bav û birayê we ye hûn rismê wî bi bedenê va dikin?

Îsraîl serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah û çend hevalên wî û generalekî Îranê bi hev ra dişînin Cinetê, dîsa hin kurdên me li hurobiyê dixin, şîna wan li dar dixînin, ji ereb û Îranê bêtir xemgîn dibin û êrîşî Îsraîl dikin.
Vê carê jî rismê serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah bi bedena Amedê va kirine.

Hesen Nasrallah ne kurd e, erebekî li dijî azadiya kurdan û çêbûna Kurdistanê ye, hevalê Tirkiyê û Îranê ye. Neyarekî PYD´ê û pêşmerge ye.
Lê ne ev tenê, qatilên Dr. Şerefkendî jî çeteyên Hizbullahê bûn, hatin girtin û ev yek eşkere bû.
Çima hûn ji bo vî keftarê neyarê kurdan xemgîn dibin?

Çi ji we ra ereb û Îsraîl û Îran çi dikin, çi tînin serê hev?
Ma Îsmaîl Henîye û Hesen Nasrallah bav û birayê we ne hûn ji bo wan digrîn û rismên van terorîstên neyarên kurdan bi bedena Amedê va dikin?
Tirkiye, Îran kurdan qir bikin jî filistînî, Hizbullah Tirkiyê û Îranê rexne nakin, rismê serokekî kurd bilind nakin.
Hûn çima dikin?
Hûn çima hewqasî nezan, bêhiş û korfahm in?

XXX

Îsraîlê piştî Hamasê, Hizbullah jî qedand, baş basko kir.

Hesen Nasrallah tenê nehatiye kuştin, serok û giregirên Hizbullahê giş hatine kuştin. Aqilmendê Hizbullahê, generalekî îranî jî di nav kuştiyan da bûye.

Ji nuha û pê da Hizbullah êdî nikane li Libnanê bibe xwedî hêz.

Ji bo ku Hizbullah li Libnanê nemîne Îraq û Sûriye ne têda, welatên ereb giş dixwazin Îsraîl Hizbullahê biqedîne.

Ji bo Îsraîl Hizbullahê tasfîye bike Siûdî, Misir, Libnan, Urdin û gelek welatên ereb alîkariyê bi Îsraîl ra dikin.

Îran fortan dide xwe lê vir e, newêre fîşekekê jî bavêje ji Îsraîl da.

Îran ketiye hewla ruhê xwe, heger bi Îsraîl ra têkeve şer, li hundur ewê serîhildan çêbe. Jixwe Mesûd Pezişkîyan eşkere got, ew ji perçebûna Îranê ditirse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE