Dewlet nahêle kurd zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Dezgehên zimên, mamosteyan digrin.
Do bi ordîyek pûlis li Amedê, Stenbol û Îzmîrê girtin ser hin malan û komeleya
zimên MED-DER´ê. 25 kes girtin.
Dewlet eşkere nahêle kurd zimanê xwe fêr bibin, bidin fêrkirin.
Lê dîsa jî hin kurd dev ji hevaltiya vê hukûmetê bernadin.
Dibê meriv ji kurdên hevalên dewletê ra jî çend gotinan bibêje.Bêdengiya wan piştgiriya vê zulmê ye.
Partiyên kurdî gerek bêdengîya kurdên hevalên AKP´ê jî rexne bikin.
Hevaltiya
vê hukûmetê gerek wek xiyaneteke bi miletê xwe ra, wek rûreşiyeke mezin were
dîtin.
XXX
Êrîşên pûlisan ser MED-DER´ê, Payiz Pirtûkê û Zarokxana
kurdî dibê me bêtir bi zimanê me va girê bide û bibe sebebê em hîn xurttir, hîn
bi rik û israr li zimanê xwe xwedî derkevin. zimanê bipeyivin û fêrî zarokên
xwe bikin.
Li malê dibê zimanê me êdî kurdî be, dibê em tirkî ji xwe,
ji mala xwe dûr xin.
XXX
Go min lawikê xwe şand seferê, ji bo ku mêrekî çê jê derê,
çû, hat dîsa kerê berê.
Neyarên me, dagirkerên welatê me tu carî baqil nabin, ji
tarîxa xwe û me ders û ibretê nagirin. Di sedsala 21´ê da hîn dijminatiya
zimanê miletekî dikin, dixwazin zarokxaneyekê bigrin.
XXX
Dijminê meriva yek jî ziman e. Dibê meriv bi zimanê xwe
kanibe, rişma serê wî zêde bernede.
Di medyaya sosyal da hin camêr bi zimanê xwe nikanin. Jin
baqil in, bi zimanê xwe kanin.
Dimsa yekî rijiya, got bira xêra bavê min be. Yekî baqil
bûye. Tiştê çû dibê meriv nede dû, meke ax wax.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar