24 september 2024

Rez berê jî ne tu rez bû...

Go rez berê jî ne tu rez bû, terezê(zîpikê)lê xist xerabtire bû.

Gul berê jî ne tu gul bû, baranê lê kir şil bû, bîn mîn tê nema, bû malê avêtinê.

Tirkiye berê jî ne tu dewlet bû, lê îslamîst û faşîstan kirine cahnimeyeke rastîn. Êdî tirk jî dibêjin ev ne tu dewlet e.

Li Tirkiyê her tişt, her dezgeh, edalet, emnîyet, hukûmet, perwerde, îdareya siyasî, huqûqî ji kok da xera bûye.

Qatilê pûliseke jin(Şeyda Yilamz) kuştiye 29 sûcên wî hebûne, lê Yunus Emre Geçitê qatil dîsa jî ne girtî bûye.


Qatil bi rengekî pir nemirovane, di nav torbakî tozê da birin mahkimê.

Miamela pûlis li ber çavê her kesî bi qatil ra dike ne karê civateke medenî û dewleteke normal e.

Lê ne li Tirkiyê tenê, li her welatê îslamî hatine ser hukim ew civat, ew dewlet, ew welat tarûmar kirine, rizandine, ji medenîyetê, ji însanîyetê dûr xistine. Tirkiye, Îran, Afganîstan, Îraq û gelek welatên din numûneyên berçav in.

XXX

Belediya Amedê ji bo zarokên biçûk bi navê “Zarokîstan”ê zarokxaneyek vekiriye.

Wezareta Karên Hundur yê Tirkiyê pir aciz bûye, di heqê Zarokîstanê da lêpirsîn daye destpêkirin. Du mifetiş şandine ser Zarokîstanê.

Ev bûyer jî nîşan dide ev dewlet çiqasî li dijî kurdî ye. Ji bo ku kanibin kurdan ji kok da asîmîle bikin dibê nehêlin zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.

Dê û bavên kurd jî dibê zarokên xwe nedin zarokxaneyên tirkî, di zarokzaneyên kurdî da israr bikin. Dibê hemû kurd, partiyên siyasî, baroya abûqatan li Zarokîstanê xwedî derkevin.

XXX

Pûlîsan vêsê girtine ser saziya zimên MED DERê, Payiz Pirtûkê û gelek malan. Di operasyonê da gelek xebatkarên MED-DEr´ê û mamosteyên zimanê Kurdî girtine bin çavan.

Êrîşa ser zimên êrîşa ser miletê kurd e, dixwazin kurdî krîmînalîze bikin, bi êrîşên wiha kurdan ji zimanê wan qut bikin.

Dibê hemû kurd, partiyên kurdî bi hev ra li dijî vê êrîşa siyasî, irqçî rabin. Kurdên hevalên hukûmetê jî şirîkên vê êrîşê ne. Çimkî ew bêdeng in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE