29 september 2024

Xemgîniya bi kuştina Hesen Nasrallah li zirara miletê kurd e

Partiya DEM´ê bi beyanekê kuştina serokê Hizbullaha Libnanê Hesen Nasrallah xemgîniya xwe anîye zimên û Îsraîl rexne û şermezar kiriye.

Bi vê beyana xwe serokên Dem´ê ez matmayî hîştim.
Dibê serokên HUDA-PAR´ê bi kuştina Hesen Nasrallah xemgîn bibin û Îsraîl rexne bikin, ne serokên DEM´ê.

Parastina Hesen Nasrallah û dijayetiya Îsraîl li zirara miletê kurd e.

Siyasetmedarên kurd, partiyeka kurdan dibê ne dostê Hesen Nasrallahê terorîst û antî-kurd be.

Siyasetmedarên kurd dibê nebin dostên kesên wek Hesen Nasrallah û bi kuştina wan xemgîn nebin.

Tirkiye li başûr û rojavayê Kurdistanê her roj çend kurdan dikuje, Hesen Nesrallah rojekê li dijî van cînayetan derneket, rojekê zilma dagikerên welatê me rexne nekir. 

Tirkiyê 9 sal berê deh bajarên me bi erdê ra dûz kir, hezar ciwanên me kuştin, Efrîn, Serê Kaniyê dagir kir, Hesen Nasrallah li dij vê zulmê derneket, Tirkiye rex nekir. 

Hesen Nasrallah wek hevalekî Îranê û tirkiyê li dijî azadiya miletê kurd e. Dibê meriv viya bizanibe.

Gelek endam û dilxwazên DEM´ê jî ev beyana serokên DEM´ê rast nedîtine, rexne kirine.

DEM bi dengên(rayên) kurdan heye, ketiye meclîsê.
Lema jî nabe siyaseteke li zirara kurdan bimeşîne û bibe dostê dijminên kurdan.
Dibê kurd viya qebûl nekin.
Ya dibê DEM xwe biguherîne, siyaseteke li gorî berjewendiyên kurdan bimeşîne, ya jî kurd êdî piştgiriya partiyeke bi kuştina serokê Hizbullahê xemgîn dibe û Îsraîl rexne dike nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE