Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî, kuştina serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah şermezar kiriye, gotiye kuştina Hesen Nasrallah sûcekî giran e, Îsraîl bi vê yekê hemû xetên sor “derbas kir.”
Sûdanî, Hesen Nasralah wekî “şehîdê rêya rast” bi nav kiriye û ji bo wî 3 roj
şîn îlan kiriye.
Sûdanî fikrê wî çi be jî ereb e,
misilman e, lema jî otomatîkman neyarê Îsraîl, cihûyan û kurdan e.
Heta meriv kane misilmanan jî li ereban zêde bike. Tu welatekî misilman
piştgiriyê nade avabûna dewleteke yahûdiyan û kurdan. Giş dixwazin Îsraîl nemîne û Kurdistan çênebe.
Lê yahûdiyê li dijî avabûna Kurdistanê tune ye. Tu serokekî yahûdî, tu
siyasetmedarekî yahûdî dijminatiya kurdan nekiriye û ne li dijî avabûna
Kurdistanê bûye.
Hûn li Îsraîl ji kîjan cihûyî bipirsî ewê ne li dijî avabûna Kurdistaneka serbixwe be, ewê bibêje heqê kurda ye dewleteke wan jî hebe.
Lê ereb, faris, tirk û misilman eksê vê ne. Kes pişrgiriyê nade avabûna Kurdistanê. Dibê em kurd vê rastiyê bizanibin.
XXX
Piştî kuştina serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah gelek
rojnamevan û pisporên siyasî dibêjin Hizbullahê bêdeng nemîne, ewê bersîveke
mezin û pir giran bide Îsraîl. Bi paçikan serê Hizbullahê zêde mezin dikin.
Bi baweriya min Hizbullah nikane tu jahrê jî belav bike.
Çend fuzeyên di destê wan da mane kane bavêjin ji Îsraîl da, lê vala ye. Bi
teqîna têlsizan Hizbullah ket komayê.
Hizbullah qediya, ez wer dibînim.
Îran jî newêre êrîşî Îsraîl bike. Îran baş zane, heger
fuzeyekê bavêje ji Îsraîl da, Îsraîlê Îranê bike Xeza.
Îran feqîrên Yêmenê bi kar tîne. Lê ew nikanin tu zirarê
bidin Îsraîl, tiştekî wiha derî qeweta wan e.
Ereb û dinya ji Hamasê, ji Hizbullahê xelas bibe baş e.
Ereb li gelek deran kuştina Hesen Nasrallah pîroz dikin,
şîraniyê li milet belav dikin.
Qedandina Hamasê û Hizbullahê bû para Îsraîl. Ev herdu tevgerên terorîst ji ortê rabin baş e. Bi kêmanî dibê baş werin baskokirin, ji bo ku nikanibin zirarê bidin kesî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar