Min îro ji betalî ji xanimê ra pastake sêva çêkir. Helbet wê tenê nexwar, min jî pê ra xwar. Sosa wê jî li mal hebû, me sos jî lê kir. Li ber qahwê xweş bû. Li welêt ba me yê ban cîranekî bikira, me yê bi hev ra bixwara.
Di hewşa me da dareke sêvan heye. Îsal pir girtiye, gulîyên dara feqîr di bin da şikiyan.
Min 20-30 kîlo jêkirin, lê hîn hewqas pê va heye.
Li welêt ba minê cîranên bihatana ji xwe ra top bikirana. Li vir kes nayê.
Du
malên kurdên Konyayê hene, belkî ez bibim bidim wan.
Xanim ji heqê tiştê wiha nayê, çêkirina pasta, peqlawe, qedayîf, şîraniyan beşê
min e.
Ez li kitêban û li netê dinêrim û çêdikim.
Pasta neqediya, emê sibe jî bidin ber qahwê, lê biçêrin.
XXX
Li Stockholmê ji nişka ve bû ximîna zîpikê. Nîv seet berê jî
hewa xweş bû, bi carê da bû ewr û baran û dûra jî zîpikê dest pê kir. Hewşa me
sipî boz bû.
Min bîriya zîpikê kiribû, ji zûda ye min nedîye. Tim baran nabe, bira carê jî zîpik be.
XXX
Pirtukakurdi %50 erzanî kiriye, fersend ev fersend e, herin
ji zarokên xwe ra Hebû Tunebû´yekê bikirin.
Bira zarokên we xwendina kurdî fêr bibin, kurdîya xwe bi pêş
xînin û aşînayî edebîyata kurdî û xemîşokên kurmancî bibin.
Wek welî, dê û bav ev wezîfeya we ye.
XXX
Do ne pêr li Stockholmê dinya pir xweş bû, 20 derece germ
bû. Xelk tena pîya, bi îşligê pîkin digeriya. Hinekan xwe dabûn ber rojê. Wek
rojeka biharê bû, meriv dixwest wek mirîşka xwe bide berberoşka.
Lê êvarî bû baran, ji ximîna wê di hundur da meriv hêbetula
dibû.
Ji pêr da ye germîyan daketiye û wer baran e. Geh vedike, geh dibare.
Yanî havîna dereng qediya, payiza devşil hukmê xwe nîşan da.
Lê bi ya min ximîna baranê dengekî xweş e, ez jê hez dikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar