Ez û xanim do çûn daweta hevalekî lawikê xwe Rojan. Lawik(Rîan) yekî ji Endonezyayê ye, katolîk e. Bûk(Frîda) swêdî ye.
Rîan û Rojenê me ji zaroktiyê da destbirakê hev in, pir ji hev hez dikin. Lawik ji
me ra jî baş e, gava hewce be wek ewladekî me, tê alîkariya me dike.
Dawet li dereka dûr, li bakurê Stockholmê, li qesra Lejondals
Slottê bû.
Piştî dawetê em venegeriyan malê, em li wir raketin.
Neviyê me Aras û bavê wî Rojen
Ji ber ku ciyê dawetê ji mala me dûr bû, em sibê zû ji mal bi rê ketin. Seet di 11´a da merasim berê li dêrê çûbû.
Mîvan giş çûn dêrê. Me bîstekê li muzîkê gudarî kir. Dûra bûk û zava, malbatên wan û 5 hevalên zavê hatin, çûn pêşiyê. Muzîkê bîstekê dom kir.
Dûra keşe ji Încîlê hin ayet xwend, ji herduyan pirsî, hevdu wek mêr û ji qebûl dikin ya na?
Piştî bûk û zavê hevdu qebûl kirin û soza jiyanek bi hev ra dan hev, keşa mara
wan birrî. Cimatê jî bi keşe ra ji Încîlê hin dua xwend, bûk û zavê hevdu maç
kirin. Cimatê li çepika xist, ew pîroz kirin.
Li ber derê risim hat girtin.
Her tişt bi dûzan, nîzam û întîzam bû.
Ji wir em çûn ber qesrê, şampanya hat vexwarin, risim hatin girtin.
Seet di 17.00a da xwarin hat dayin. Bi xwarinê ra şeraba sor û sipî hebû.
Serwîseke mikemel bû, her tişt hebû. Xort mesrefeke pir kiribû. 50-60 kes hebû, piranî li wir ma.
Vê sibê me xurîniya xwe kir, heta danê nîvro li wir man. Bîstekê gerîyan û dûra hatin malika xwe. Me daweteka katolîkan jî dît. Em ji bûk zavê ra umrekî dirêj û jiyaneka bextewar dixwazin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar