Di medyaya sosyal da ez rastî xebereka balkêş hatim. Li gorî xebera hatiye belavkirin yekî misilman bi yekî alman ra minaqaşe dike, ji yê alman ra wiha dibêje:
”Tu dixwazî pê qayil bibe, dixwazî pê qayil nebe, îslam ewê bibe dînê
Almanyayê.
Keça te ya alman ewê şarpê bide serê xwe(serê xwe bigire).
Lawê te ewê wek me riyê berde. Û keça te jî ewê bi misilmanekî bi rî ra
bizewice.
Em misilman zarokan zêde çêdikin. Alman qet çênakin. Herî zêde hûn du zarokan
çêdikin. Em 7-8 zarokan çêkin elhemdullah. Yê we almanan kûçikek û zarokekî we
heye.
Hewqas. We welatên me ji xwe ra kirin kolonî. Bi vê riyê hûn li welatên
Mercedesan siwar bûn û we kamareyên xwe dîjîtal bi kar anîn.
Ey Xwedayê min, fetihkirina almanyayê bike nesîbê me.”