15 november 2023

Telewîzyona Tirkiyê TRTê Sultanê kurd Selaheddînê Eyûbî kiriye tirk


Telewîzyona Tirkiyê kanala TRT1ê, Sultanê kurd ê bi nav û deng Selaheddînê Eyûbî di fîlm da kiriye tirk, lawê Nûreddînê Zengî.
Dawiya qeşmeriyên wan nayê. Ji bo ku meriv Selaheddîn Eyûbî bike lawê Nûreddînê Zengî dibê ya meriv cahil be, ya jî pir bêexlaq û bêbext be.

Navê fîlm ” Fetihkarê Qudsê Selaheddînê Eyûbî” ye.
Di dereke fîlm da Selaheddînê Eyûbî dibêje:
”Ez lawê Nûreddînê Zengî, Selaheddîn im”!
Bêyî tirkekî kes derew û bêbextîyeke  hewqasî mezin û komîk li Selaheddînê Eyûbî nake.

Li dinya kes nabêje Selaheddînê Eyûbî ne kurd e, tirk e, lawê Nûrrettînê Zengî ye; tu kes qeşmerîyeke wiha nake.

Hewqasî edxem in, telaqreş in, hewqasî neyarê miletê kurd in, naxwazin bibêjin Selaheddîn kurd e, kurdbûna Selahedîn bi wan zor tê.

Dema dîrokzanên dinyayê qala kurdan, tarîxa kurdan dikin, di serî da navê Selaheddînê Eyûbî dibêjin.

Dîrokzanên ewrûpî, seyahên li ser kurdan nivîsîne hemûyên qala Selaheddînê Eyûbî, apê wî Şêrgo û malbata Eyûbîyan dikin, dibêjin Selaheddîn kurd e, eyûbî kurd in.

Bavê Selaheddîn Necmedîn e, kalikê wî Eyûb e, apê wî Şêrgo ye, di vî warî da şikeke herî biçûk jî tune ye. Tiştê TRTê kiriye sextekarî û bêexlaqî ye.

Lê irqçîtiyê, neyartiya kurdan ew bêheya kirine, lema her derewê dikin û şerm jî nakin.

Ji bo ku meriv bibêje Selahedînê Eyûbî lawê Nûreddînê Zengî ye dibê meriv bêexlaq û cahil be.

Derewek bi boçik kirine lê baş cî nedane derewa xwe. Ne mimkûn e Selaheddînê Eyûbî lawê Nûreddînê Zengî be, çimkî di sala 1174a da piştî mirina Nûredîn, Selaheddîn bi jina wî Îsmet Xatûna jinbî ra zewicî. Neyartiya wan a kurdan ev rastî bi wan daye jibîrkirin. Xwe kirine pêkenîn.

Tarîxzanê ereb El-Hazrecî, di sala 1257a da li ser Dewleta Eyûbî kitêba xwe ya bi navê ”Târihu Devleti'l-Ekrad” (Tarîxa Dewleta Kurd)nivîsîye. Di vê kitêbê da qala Dewleta Kurd a Eyûbî dike. Dîroknasên kurd ev çavkanî belav kirin.

Ereban tu carî kurdbûna Selaheddînê Eyûbî înkar nekirine, tim gotine ew sultanekî kurd e, ereb, misilman hemû sipasdarêwên wî ne û pê pesnê kurdan dane.

Selaheddînê Eyûbî di hemû ansîklopediyên dinyayê da jî sultanekî kurd e, dawî li hukumdariya Nûrettîn Zengî û zengîyan anîye.

Di fîlmekî belgeyî da înkara vê rastiyê him vireke mezin e, him jî îxaneta bi tarîxê ra ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE