Firar Aydinkaya li ser henek û mîzaha tirkî ya li ser kurdan nivîseke xweş nivîsîye.
Min pir dixwest Firat Aydinkaya bi kurdî binivîsîne.
Camêr qelemek xurt e,
tiştên gelek kes nabîne, ew dibîne, wek şeşkineka jêhatî ye, meselan baş şe
dike, xweş ji hev vediçire.
Aydinkaya di malpera NÛPELê da li ser mîzahê, komedîya sînemaya tirk nivîsek bi kurmancî nivîsîye,
him jî tam li gorî dilê min û li ser meseleyeke pir û pir muhîm nivîsîye.
Dibê her kurd vê nivîsê bixwîne. Ji bo ku baş fêm bike tirk, sînema tirk kurdan çawa dikin malzemeya pêkenînê, dikin qird û merivên cahil û ji medenîyetê bêpar!
Firat, bi pirsa ”meriv bi çi dikene û çima dikene?”, dest bi
nivîsa xwe dike.
”Ma’ne ya ken çi ye?
Gelo têkilîya ken û tehekkumê bi hev ra heye, gelo ken dibe amûrê pergala
kolonyal?”
Vana pirsên gelkî muhîm in.
Firat Aydinkaya bersîva van pirsên xwe pir xweş daye, tam di çaviyê da
lêxistiye, gotiye:
”Ken politîk e, hetta îdeolojîk e û ne tenê hestekî saf e. Bi taybet kenê
serdestan pirê caran elametê nexweşîyê ye, parçeyek zilmê ye. Gava serdest bi
bindestan dikenin, pirê caran ev ne mîzah e, şidet e, şideta politik e.”
Yanî ken, komedî, mîzah ne tenê kêfxweşî, ken û henek e, di bingeha wê da
felsefeyek, armanceke siyasî, îdeolojîk, psîkolojîk jî heye.
Serdest, dagirker ne bi zorê, bi leşker û pûlisê xwe tenê, bi henek, bi komemedîya
xwe jî dixwaze manewîyata merivên bindest bişkîne, kultura wan, zimanê wan li
ber çavê wan reş bike, pîs nîşan bide, wan bike heyranê xwe, heyranê zimanê xwe,
kultura xwe.
Firat Aydinkaya di nivîsa xwe ya dirêj da li ser ”Sinifa Hababam” û gelek
numûyenên din radiweste.
Tirk bi çi hostayîyê, bi riya mîzahê, bi fîlmên komedî, pêkenînê çawa kurdan biçûk
dibînin, çawa henekê xwe bi kurdan dikin.
Kurd jî ji dêlî ku li dijî vê karîkatorîzekirina tirkan rabin, ew jî bi xwe
dikenin, ji vê kemedîyê kêf û zewqê digrin.
Tirk dixwazin bi kurdan bidin qebûlkirin ew merivên nezan, cahil, ne medenî ne;
xêv in, serê wan naxebite, ji medenîyetê pir dûr in.
Tirk bi riya sînemayê, mîzahê ne bi kultur, urf û adetên kurdan tenê dikenin,
bi kincên kurdan, bi folklora kurdan, bi zimanê kurdan jî henekê xwe dikin, wan
dikin amûrên(aletên) pêkenînê.
Wiha dikin ji bo ku kurd ji qiyafetên xwe, ji kultura xwe, ji zimanê xwe şerm
bikin, bixwazin zû asîmîle bibin, bişibin tirkan.
Firat Aydinkya bi gelek numûneyên xweş ev hînîtî, ev pîncîtiya bi riya sînemayê
û mîzahê li hemberî kurdan tê kirin, yek bi yek ji hev derxistiye, nîşanî me
daye.
Di fîlmên tirk da karekterên kurdan temsîl dikin tim merivên cahil in, komîk
in, bi kincên xwe, bi axaftinên xwe, bi pirsên xwe dibin pêkenînên temaşevanan.
Bi navê henekê, tinaz bi kurdan tê kirin, kurd dibin qirdên temaşevan bi wan
dikenin.
Bi mîzaheke bi vî hawî manewîyata kurdan tê şikandin, kurd jî ji nezanî
cehaleta xwe, prîmîtîvîya xwe qebûl dikin.
Yanî hêza serdest, dagirker mîzah û kemedîyên xwe jî li hemberî bindestan wek
sîlehekê bi kar tîne. Sînemaya tirk vê yekê pir bi hostayî dike.
Firat Aydinkaya di dawiya analîza xwe ya ”Sinifa Hababam” da dibêje:
”Hababam sinifî” kurdan bi du awayî dike unsûrên qomedîyê. Yek, bi şikil û
şemal, gewdeyê kurdan, yanî bi bedena kurdan dikenin.
Ya din jî bi çanda(kultura)kurdan dikenin. Axaftin, cil û berg, rabûn û
rûniştin, usûl û qaîdeyên civata kurdan dibe temsîla komedîyê.”
Rast e, tespîteke di cî da ye. Di her fîlmê tirk ê komedî da meriv vê rastiyê
dibîne, meriv bi her tiştê kurdan dikene.
Wek min berê jî got, ne di Sinifa Hababam tenê da, di hemû fîlmên ”Yeşîlçamê”
da, di piraniya roman û çîrokên tirkî da kurd bi kincên xwe, bi şelwer û şewqê
xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, bi axaftinên xwe fîgurên komîk in, karîkatorekî
mîzahî ne.
Di serê temaşevanan, xwendevan da kurd dibin wek merivên kûvî, merivên hîn
medenîyet nedîtine.
Hêza dagirker bi zorê, bi şer nikane vê fikrê têxe serê însanan, lê bi riya
edebîyatê, sînamayê, komedîyê vê yekê pir rehet dike û kurd jî pê nahesin.
Firat Aydinkaya di nivîsa xwe da bal kişandiye ser vê siyaset û taktîka hêza
dagirker, ji kurdan ra gotiye fîlmên hûn lê temaşe dikin, komedîyên hûn pê
dikenin şexsîyet û kultura we ye; hûn bi xwe, bi şexsîyeta xwe, bi kultur, urf
û adetên dê û bavên xwe dikenin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar