16 november 2023

Hin însan ber ketin û rabûna xwe nakevin

Serokê Tirkiyê Erdogan ber ketin û rabûna xwe nakeve, jê ra tim 14ê nîsanê ye, çê were, xerab wer ne xema wî ye. Ew tim yê herî baş e, herî humanîst, herî demokrat e; tim tiştê rast û baş dike. Qet xerabiyê, zulmê li kesî nake. Yanî mêrik bi çavê milyaketekî li xwe dinêre.

Li rojava û bakurê Kurdistanê tiştên aniye serê kurdan ji yê Îsraîl li hemberî Hamasê dike ne kêmtir e lê dîsa jî ji Îsraîl ra dibêje tu dewleteke terorîst e.

Îsraîl xwe zêde ber bi bayê wî naxîne.
Heger tu yê kirinên Îsraîl ên li Xezayê rexne bikî(bi ya min dibê meriv bike)dibê tu eynî tiştî neynî serê kurdan.
Lê Tirkiye him eynî tiştî tîne serê kurdan, him jî Îsraîl rexne dike.

XXX

Fransayê biryara girtina Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daye.

Dadgeha Fransayê biryara girtina Beşar Esed û 3 fermandarên leşkerî yên Sûriyeyê derxistiye.

Bêyî Beşar Esed, biryara girtina birayê wî Mahîr Esed, general Xasan Ebas û Besam Hesen hatiye hatiye girtin.

Xebereke xêrê ye.

Aqûbet li serê hin serok û dagirkerên din be jî. Ew ji Beşar Esed sed carî xerabtir û sûcdartir in.

Surprîzên dinyayê pir in,meriv nizane sibe ewê çi biqewime

Ma kê texmîn dikir Seddam Husên ewê bi biryara hakimekî kurd were îdamkirin?

Belkî eynî tişt were serê hinekên din jî

XXX

Serokê Tirkiyê Erdogan jî wek Hamasê ji Îsraîl ra gotiye dawiya te nêzîk bûye, çi yê te hebe jî ecele te hatiye, tu yê herî.

”…Ji vir ez ban Netanyahu dikim; li ba te bombeya atomî heye ya tune ye?

Heger tu mêr î eşkere bike. Lê nikane eşkere bike.

Îsraîl dewleteke terorîst e, Hemas partiyeke siyasî ye, li Filistînê ketiye hilbijartinan û bi ser ketiye.”

Hey Îsraîl, bombeya te ya atomî, bombeya nukleer heye û tu bi van tehdît dikî. Em vanan zanin. Êdî ecela te hatiye. Hema bira tu xwediyê bombeya nukleer bî, tu dibe xwediyê çi bibe, tu yê herî…”

Mêrik ya dilê xwe gotiye, hedefa xwe eşkere kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE