Nacat Zivingî di malapera Rûdawê, beşê tirkî da li ser merivên rojhilatî, rojavayî û îslamîtan nivîseke muhteşem nivîsî ye. Ji ber ku nivîs bi tirkî ez lînka wê parve nakim, navê nivîsê ”Batidaki dogulu/Rojhilatiyê li rojava”ye.
Nivîsên wî gişt xweş in, wek dermanê çavê kul in, giş zihnê însên vedikin, bêhişan bi hiş dikin.
Necat Zivingî, merivekî zana, entellektuelekî pir muhîm e, qelemeke pir xurt e, merivekî ji kesên îstîsna
ye.
Di nav kurdan da kesên zana, ronakbîrên baş pir in, lê yên wek Necat Zivigî
xwedî cesareteke medenî, yên weke wî diwêrin fikrên xwe bêsansor bibêjin, ez nebêjim tunene, lê pir hindik in.
Necat Zivingî entellektuelekî wêrek e, zîrek e, tiştê gelek kes nabînin ew dibîne, tiştê gelek kes newêrin qalê bikin, newêrin rexne bikin, ew bi cesaret, bêyî sansor dajo ser, fikrê xwe li ser dibêje, rexne dike.
Merivên wiha kêm in, kurd zû bi zû xwe nakin destiyê kêrê, bi nivîsên xwe neyaran ji xwe ra çênakin.
Necat zivingî di gotina fikrê xwe da bêpaxaf e, dibêje, rexne dike, minaqaşe dike. Tim jî ser yê serketî ye.
Ji ber ku bêsansor fikrê xwe dibêje, rast û çep, îslamîstan rexne dike, tim di bin êrîşê da ye, neyarên wî pir in.
Bi taybetî jî îslamîst pir bela xwe tê didin. Lê pê ra manaqaşe nakin, jê ra xebera didin, heqaretê lê dikin.
Min carê jê ra got xwe tevî van minaqaşeyên siyasî neke, çimkî pir êrîşî te dikin, giraniyê bide karên xwe yên din. Gava hin kesên bêedb, xwenezan bêedebî dikirin wek dostekî wî ez pê diêşiyam. Lema min got xwe di van minaqaşeyan negerîne.
Pêşniyara min qebûl nekir, got ez dev meydana sosyla medyayê bernadim. Ev platformeke pir muhîm e, ez terkê nakim.
Destpêkê min got belkî şaş e, lê nuha dema ez bala xwe didim tesîra nivîsên wî, dibînim yê rast ew e, baş e ku di vê meydanê da yekî wek wî heye.
Her nivîsa wî meriv vediciniqîne, meriv dide fikirandin, tiştekî nuh, tiştekî nedihat bîra meriv fêrî meriv dike, asoya meriv fire dike.
Necat Zivingî di her nivîsa xwe da hin pûtan dihedimîne, derbên giran li fikir û îdeolojiyên serdema navîn ên kufikî bûne, bêyî zirarê tu feydeyê nagihînin însanan dixîne.
Kesên îslamîst, merivên Hudaparê ji nivîsên wî pir aciz in, lema jî çamûrî davêjin jê da. Lê di her minaqaşê da li zirarê derdikevin. Zanînê, fikir tim zora şûr biriye.
Necat zivingî bi zanebûna xwe, bi fikrê xwe zora zorbayan dibe.
Di her nivîsa xwe da(çi tirkî, çi kurdî) zanînê, ronahiyê belav dike, fikir û baweriyên vala, bi zirar pûç dike, rê li ber fikirandinê, aqil vedike.
Di her nivîsa xwe da şiûr û ruhê netewî dihejîne, xurt dike, dixwaze însan nebin murîd û koleyên tu serokî, tu partiyê, tu îdeolojiyê, tu dînî.
Dibê meriv xwedî îradeyeke azad û bi şexsîyet be, îradeya xwe nexe binê îpoteka tu kesî, şexsîyeta xwe, şerefa xwe ya netewî rencîde neke.
Fikrê te, baweriya te çi be jî ji bo miletê xwe bixebite, nebe leşkerê dijmin û dagirkerê welatê xwe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar