20 november 2023

Sipasiyek ji dil ji Necat Zivingîyê qedirzan ra

Necatê hêja, gelek sipas ji bo hurmet û qedirşînasiya te. Mala te ava be. Te ez serbilind kirim.

Bi bawriya min, min kêm gotiye, zêde negotiye. Tu û yên wek te layiqî gelek pesin û teqdîrê ne.

Miletên din kesên wek te, heta yên nagihîjin şekala te jî bi ezmanan xistine, qedir û qîmeteke mezin dane wan, ew kirina navdarên, entellektuelên meşûr.

Li ba kurdan gîha hewşa cîrên tim hişintir e, kesên xerîb tim şîrîntir in, dijminatiya yên xwe dikin, kel û kûtên xelkê jî wek alim, zana û entullektuelên mezin didin ser serê xwe.

Çimkî kurd bi piranî xêrnexwazên hev in, tim neyarên serê xwe ne. Naxwazin ji wan yek mezin bibe. Tim li çaviyê dixin.

Ji bo wê jî dema şivanek serê şivanekî dişkîne, diçin heyfa wî ji serokê eşîrî, ji merivê av jê sar û germ dibe digrin.

Gava ne jê be, ne ji eşîra wî, ne ji partiya wî be tune dihesibîne, naxwaze hebe, bi pêş keve.

Ez ne merivekî hesûd û edxem im, kî ji miletê min ra, ji welatê min ra karekî baş bike kêfa min tê, jê hez dikim, didim ser serê xwe, pesnê wwî/wê didim, dixwazim însan wî nas bikin, qedir û qîmetê bidin ked û xebata wî.

Ez viya ne bo te tenê dikim; ji bo her kesê bi qasî misqalekî jî fêda wî digihîje kurd û Kurdistanê dikim.

Li ba min miletperwerî, doza kurd û Kurdistanê di ser her titşî ra ye. Îdeolojî, dîn, merivantî, hevaltî, partî yek jî ji bo min ji serxwebûna kurd û Kurdistanê ne muhîmtir e.

Ji bo wê jî kî ji bo kurd û Kurdistanê karekî baş dike ez teqdîr dikim, jê ra li çepika dixînim. 

Ez bi viya biçûk nakavim, ez viya ji bo xwe wek wezîfe û wacibekî miletperweriyê dibînim.


XXX

RÛMETDAYÎNA RÊZDAR

ZINARÊ XAMO

Civaka me bi giştî, zindî-hesûd û mirî-hez e. Lewma zû bi zû kes kesî naecibîne, pişta rastî û delalîyê nagire. (Ji bilî derdorên hevalbendîyê û partîyan)

Mînaka vê ya herî berbiçav eleqeya parvekirinan e.

Gelek caran 10.000 (deh hezar) kes dibîne, lê tenê 100 kes tilîya xwe dilebitîne, reaksîyonekê nîşan dide.

Rastî, hêvîyeke min ji alîyê eleqeyê ve tune ye. Bila kes bêbextîyê neke bes e. Lê dîyar e bêbextî spora me ya neteweyî ye.

Rêzdar Zinarê Xamo wek zana û rûsipîyekî Kurd yek ji kesayetên mustesna ye.

Kî çi qencîyê bike teqdîr dike. Bi taybet ji ciwanan re dibe pişt û penah.

Ji ber pesnê mirov dide, mirov mehcûb dibe, şerm dike van cûre nivîsarên wî zêde bide xuyakirin.

Lê dîyar e em niheqîyê li Apê Zinar dikin. Ji ber ew modeleke rûsipîtîyê ya giring û bêbiha ye. Pêwîstî bi nasandina wî heye.

Milet û civak bi vê alîcenabî û keremdarîyê dikemilin, bilind dibin.

Apê Zinar ji civaka me û ciwanan re ne sî û sermîyan tenê ye. Her wiha şahidê serdemê ye.

Bi salan e bloga xwe birêkûpêk dixebitîne û nahêle gelek tişt winda bibin. Bi awireke Kurdistanî wan ji dîrokê re dihêle.

Pirtûka wî ya bi bavê "Hebû Tune Bû" çîrokbêjî ye. "Stirîyên Me" mîna naveroka blogê dîtinên wî yên salan in. Mirov dema dixwîne matmayî dimîne li bûyerên salan.

Weke her welatê paşverû, li tirkiyeyê jî (her wiha Kurdistanê) mirovên sîyasî qedr û qîmetê dibînin, zana û aqilmend zêde nayên dîtin.

Lê Apê Zinar dewsên mayînde dihêle, wê her bimîne. Mirov pê şanazîyê dike.

///Necat Zivingî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE