Do ez û xanim çûn şîna dayika Ahmed Eskandarî; dostekî minê ji Kurdistana Rojhilat e. Şîn li herêma Telefonplan li Restauranga Addfoodê bû. Ciyekî pir mezin bû, pir qelebalix bû. Me cîyekî rûniştinê bi zor dît.
Em zêdeyî nîv saetekê rûniştin. Min çend nas û dost dîtin. Di nav hewqas însanî
da gotineke farisî, dengekî farisî nehat guhê min.
Her kes kurdî bi hev ra dipeyivî. Meriv dibîne yên li dora meriv giş kurd in, bi
hev ra bi zimanê xwe dipeyivin.
Di atmosfereke wiha da ez xwe pir rehet, bextewar, dilşa his dikim. Gava li der û dora min bi tirkî dipeyivin ez nerehet û bêhuzûr dibim.
Di nav kurdên rojhilat da tiştekî wiha tune ye, giş bi soranî bi hev ra dipeyivin.
43 sal in li Swêd im, çûme gelek şîn, şahî û civînên kurdên
Kurdistana Rojhilat. Hetanî nuha min nedîtiye du kurdên rojhilatî bi hev ra farisî
bipeyivin.
Min qet nedîtiya siyasetmedarekî, serokekî, edîbekî ji Kurdistana Rojhilat bibêje
wele ”kurdîya min zeîf e”, ezê farisî bipeyivim.
Çi jin, çi mêr kurdîya her kesê ji Kurdistana Rojhilat wek gezo
şîrîn e, wek firansiya firansizên arîstokrat e.
Ilim jî soraniya jinan ecêb xweş e, wek şekir e, meriv dixwaze têr li wan
gudarî bike. Wek spîkerên telewîzyonê dipeyivin, kibar, nazik, bêyî int û zirt,
mîna bilbilan.
Em kurdên Kurdistana Bakur pir helîyan e, kurmancîya me bûye wek ya erebên
Kurdistanê, wek ya turîstan.
Tirkan tiştek di me nehîştiye, em pir perîşan kirine. Yên asîmîle nebûne,
xwedêgiravî kurdî zanin jî kurmancîya wan ne tu kurmancî ye, fena pîlaqa xerabe
ne.
Yên di kurmancîya xwe da seqet nebûne, serbest dipeyivin pir hindik in.
Sebebê vê têkçûna me ya di warê zimên da ne dijmin tenê ye, em jî ne tu tişt
in, seqetiyek di meda jî heye.
Ne wek milet, ne jî wek ronakbîr û hêzên siyasî me zimanê xwe neparastiye,
asîmîlasyonê em nerehet nekirine.
Lema em ji kurdan bêtir dişibin tirkan, bajarên me ji bajarên kurdan bêtir dişibin bajarên tirkan.
Ev têkçûn jî
piraniyê nerehet nake.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar