19 november 2023

Hin îslamîyên me ji xelkê ra xulamtiyê nekin xur dikeve canê wan

Kurdên Hudaparê, hin kesên îslamî bi dil û can bûne peyayên dewletê, koleyên ereban, tirkan û îslamê. Dîndariya wan ew ji kurdperweriyê dûr xistine, kirine leşkerên filistîniyan û misilmanan.

Dîndarên xelkê, îslamiyên filistîniyan, ereban, tirkan ji bo xwe, ji bo welatên xwe dixebitin.
Yên me ne ji bo azadîya miletê xwe û serxwebûna welatê xwe, ji bo filistîniyan xwe diçirînin, her roj li kuçe û meydanên bajarên Kurdistanê ala filistîniyan li ba dikin, rismên terorîstên ereb bilind dikin.

Van xizmetkar û koleyên filistîniyan û îslamê bandrolek bi bedena Amedê ve kirine. Li ser bendrolê slogana, ”Ji diyarbekrê hezar selam ji Ebû Ubeyda ra”!

Ebû Ubeyda serokê terorîstên, çekdarên Hamasê ye. Serokê terorîstên qetlîama 7ê cotmehê kirin.

Bêmejuyên me yên Hudaparê rismê Şêx Seîd, Qadî Mihemed, Seyid Riza, Şêx Ubeydulahê Nehrî bi sûrê va nakin, ala Kurdistanê li ba nakin, rismê Ebû Ubeyda û ala filistîniyan hil didin.

Xeta Hudaparê tu carî nebû kurd û kurdperwer, ji destpêkê da ye wek hêzeke Tirkiyê û fedaîyên filistîniyan dixebitin.

Vahdetîn Înce jî hildana rismê Ebû Ubeyda parastiye, pesnê vê çalakiyê daye.
Vahdetîn Înce ne cahil e, merivekî zana ye, tiştekî wiha meriv jê nedipa. Lê diyar e dîn hin kes ya dîn kirine ya jî kirine zilamên dijmin.

Vahdetîn Înceyê ji zilamtiya tirk û ereban têr nabe, di platforma Xê da pesnê vê bandrola Ebû Ubeyda daye, gotiye:

”Ev çend sal bûn çavên sûra Diyarbekrê li mêrxasekî wiha neketibû. Maşala heybeta Şêx Seîdê kal pê ra ye.”

Ji bo ku şelafiya xwe ya ji tirk û filistîniyan ra veşêre demagojiya Şêx Seîd kiriye.

Qûna elimî tirr û fisa, naye girêdan bi tu ben û werîsa, merivê carê bû xulam, ewê tim bibe xulamê kûçik û kera.

XXX

Agir bi mela meriv ketibe, meriv naçe şewata mala yekî din venamirîne.

Dê û bavê meriv motajî alîkariyê bin, meriv alîkariya feqîrekî xerîb nake.

Xelkê welatê meriv dagir kiribe, merivê bixwaze welatê xwe rizgar bike, meriv ji bo rizagariya welatê xelkê naxebite. Heger meriv ne ji bo welatê xwe, ji rizgariya welatê xelkê bixebite meriv ya totikvala ye, ya dîn e.

Meriv pir mêr be, egîd be, merivê heyfa bav û kalên xwe bigire, meriv nabe zilamê xelkê, heyfa xelkê nagire.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE