Em çi bikin jî mirî ji gorran ranabin. Mirî carê mirî ne, zindî nabin. Li hin bajarên Kurdistanê hin kurd
bûne wek miriyên gorran. Nizanin çi ne. Ne tam kurd in, ne jî tirk in, bûne tiştekî melez, merivên melez.
Di medyaya sosyal da li ser bajarekî Kurdistanê û ehlên wê yên ne kurd programek bi ber çavê min ket. Program bi tirkî bû. Min bîstekê bala bala xwe dayê, pir xemgîn bûm.
Asîmîlasyonê gelekên me kirine merivên bêşiûr, bêmeju. Ew bûne terşa li waran mayî.
Merivê xwe nas neke, ji qewmê xwe, ji kultur û zimanê xwe, ji wealtê xwe hez neke mirî ye.
Fizîkî sax in, li ser xwe digerin, dipeyivin di telewîzyonan
da programan çêdikin, lê mirî ne, êdî ji kîsê me çûne.
Çimkî ji qewmê xwe, ji kultura xwe, ji zimanê xwe dûr
ketine, tu rexne nikane wan gorrê derxîne, dîsa bike kurd, bike kesên ji ziman
û kultura xwe hez dikin.
XXX
Serokê Tirkiyê Erdogan piştî çar sala îro çûye Almanyayê. Li
gorî xeberên medyaya Tirkiyê ewê bi serokwezîr Scholz û serokê Almanyayê
Frank-Walter Steinmeier ra hevdîtinekê bike.
Erê Steinmeier ew dawet nekiriye, ew bi navê civîneke xabatê
wek turîst çûye, lê dîsa jî gerek Steinmeier hevdîtina wî qebûl nekira.
Alman ji berê û ber da ye dost û hevalên tirkan in. Di
demeke wiha da meriv serdana Erdogan qebûl nake, pê ra rûnane.
Hîn do bû mêrik wek berdevkekî Hamasê peyivî, got Îsraîl
dewleteke terorîst e, Hamas ne terorîst e, partiyeke siyasî ye, bi raya gel
hatiye hilbiajrtin.
Ev sal û nîveke rê li ber endametiya Swêd a NATOyê girtiye.
Hevalê Rûsyayê û Îranê ye, li ber çavê NATOyê delaliya Pûtîn
dike.
Lê serokê Almanyayê dîsa jî dike pê ra rûne, hin sîlehan
bifroşê.
Almanya ne dîwarekî saxlem e, nabêna xwe û Erdogan tu carî xera nake.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar