17 november 2023

Dêla rep û aqilê rûvî

Şêr, gur û rûvî bûn destbirakên hev. Bi hev hev ra çûn nêçîrê. Nêçîra kiribûn danîn nabêna xwe. Şêr ji gur ra got:

-Li me par bike.
Gur, sorgoşt, goştê nerm giş da ber xwe. Hûr, pizûr, rûvî da ber şêr, hestî jî da ber rûvî.
Şêr bi vê parvekirina gur pir hêrs bû, xurrînê pê ket, lepek li belka guhê gur xist, gur li erdê bû çît, dêla feqîro rep bû.
Şêr dageriya ser rûvî, vê carê ji rûvî ra got:


-Birakê rûvî, îcar tu li me par bike.
Rûvî rabû goşt giş kişand ber şêr, kezeb, hûr û bûmbar da ber xwe, çend hestî jî dan ber gur.
Kêfa şêr ji parvekirina rûvî ra hat, ji rûvî ra got:
-Te ev aqila ji kê girt?
Rûvî mizicî, got:
-Min ev aqil ji dêla gur a rep girt!
Heta hinek dêlê li Erdogan rep nekin Erdogan baqil nabe, rehet nasekine.
Dibê dêla wî were repkirin.
Lê çi heyf nuha şêrê dêlê li Erdogan rep bike xuya nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE