17 november 2023

Dawiya fêlbaziyên mêrik nayê

Endametiya Swêd a Natoyê bû hilika ereb, pir ajot, fire gerîya, bû porê dîna li hev gerîya.

Swêd didê, nadê dawî li şert û daxwazên Erdogan nayê.
Feqîrên swêdî ne ew kesên kanibin bi Erdogan ra kaban bavêjin.
Erdogan çeqlobendek, fistoqiyek wer li swêdîyan çêkiriye feqîran nizanin ewê çawa jê xelas bibin.
Efendî zeyt dikin nabe, bertîl dikin nabe, nabêncîya dixin nabênê nabe. Mêrik carê ba li swêdiyan anîye, wan dibû û tîne, li ser serê wan têr quretîyê dike.

Mêrik benê neqetandiye nemaye, ji sabûna Reqayê jî xerabtir e, kumê hûtik dide serê nûtik, dawî li fêkbaziyên wî nayê.

Swêdiyên belengaz li ser tiliyeke xwe dide lîstikandin. Swêdî mat bûne, devê feqîran ji hev çûye, şeqizîne. Di tarîxa xwe da rastî cambazekî wiha nehatine.

Erdogan mêrik baş henekê xwe bi serokên Swêd dike. Çimkî ji wan natirse, zane li ba swêdiyan ne zor, ne jî devê tivinga mor heye. Lê pere pir e, lema baş didoşe.

Her cara serokwezîrê Swêd xwe davêje dexlê wî, ew jî benekî di guhê wî ra dike, lê dûra çivekê dide xwe, meselê taloqî dereke din, demeke din dike.

Ge hêviyê dide feqîran, dilê wan geş dike, ge kezebê li wan reş dike.

Vê carê jî xwedêgiravî Komîsyona Karên Derve protokola Swêd ji bo îmzekirinê negirtiye rojeva xwe, serokê komîsîyonê Fuat Oktay gotiye, Mesele hîn nekemlîye, Swêd dersa xwe baş çênekiriye, daxwazên Tirkiyê hemû nanîne cî, hîn PKK li Swêd heye.

Lema komîsyon protokola Swêd negirtiye rojeva xwe, li ser nepeyiviye.
Li Tirkiyê komîsyon, meclîs, filan bîvan gişk tenê nav in, giş jî li devê Erdogan dinêrin. Ji bavê Fûat Oktay zêdeye heger Erdogan nexwaze serî li proseya îmzekirinê bigerîne. Erdogan îi emir dabe wî, wî jî ew kiriye.

Fêlbazî, hîlebazî karê mêrik e, nuha jî dibêje min protokol îmze kir, lê hin merciyên din îmze nakin, ne sûcê min e. Ev prosedûreke demokratîk e, ez nikanim midaxele bikim.
Bi pişo pişo kirinê Swêd nikane Erdogan bîne rê, dibê serê ço, zorê rê bide, dibê were mecbûrkirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE