26 november 2023

Zivistan wek lokê hêc e

Me îsal bi payiza germ û xweş kêf kiribû. Zivistanê, berfê, sar û seqemê dawî li kêfa me anî.

Lê li Stockholmê meha mijdarê(meha 11a)tim sar e, gelek salan çongekê berf li erdê ye.

Her demsal dibê li gorî navê xwe be. Zivistan jî dibê bi rastî zivistan be, nig û dest bicemidin. Dibêjin zivistan lokê hêc e. Dibê meriv xwe jê bisitirîne.

Li Wêranşarê kêm caran dibû lokê hêc. Lê li Stockholmê hin salan bi rastî jî dibe mîna lokê hêc.

XXX

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swêdê(YNKS) îro kongra xwe ya 27´a çêkir.
Bîstûyek(21) endaman beşdarî kongreyê bûn. Nesrîn Rojkan xanim wek serok hate hilbijartin. Nesrîn Rojkan xanimê berê jî salekê(2022)serokatîya YNKSê kiribû.
Têmîrê Xelîl, Zinar Soran, Hêdî Gomeyî
Cumalî Karaman, Nezîr Akad, Selam Cizîrî jî wek endamên komîteya birêvebir hatin hilbijartin.
Têmûrê Xelîl bû sekreter, Zinar Soran bû berpirsiyarê aborî, hevalên din jî bûn endamên eslî û cîgir.
Komîteya nuh ji bo hemû kar û xebatên wî sipasî serokê berê M. Elî Kût kir.

Ez komîteya nuh pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.

XXX

Kor be, nankor nebe. Nanê xwe meke zikê her kesî. Hin însan nankor in, bêwefa ne, edxem in.

Nanê wan li ser çoka wan e, ew gav û ew seet e. Tu çi çêyiyî pê bikî jî şêkir nakin.

Her kes ne layiqî çêyiyê ye.

XXX

Malpera Haberturkê gotiye li ser daxwaza Erdogan, Hamasê 7 êsîrên taylandî serbest berdan.

Heger îdîa rast be ev yek jî nîşan dide Erdogan

mezinekî Hamasê yê herî muhîm e.

Tiştê Erdogan bixwaze Hamas red nake, Hamas ji gotina wî dernayê.

Mêrik bi gur ra dixwe, bi xwedî ra şînê dioke. Gewî bûye, bi dêla xwe dilîze. Hamas li gorî daxwaza wî êsîran berdide.

Ji bo ku Hamas gotina meriv li erdê nexîne, dibê di nabêna meriv da girêdaneke pir xurt hebe. Ev xebera malpera Haberturkê nîşan dide Erdogan mezinekî, lîderekî Hamasê yê pir muhîm e. Dinya him viya zane, him jî tiştekî pê nake.

XXX

Hin siyasetmedarên tirk gava karê wan dikeve kurdan dest bi demagojiyê û zeytkirina kurdan dikin.

Zanin piraniya kurdan bêşiûri in, tiştan zû ji bîr dikin.

Siyasetmedarên tirk piranî bi dev dost in, bi dil dijmin in. Devên wan xweş e, zikên wan reş e. Me gelekên wan nas kirine.

Dibê meriv bi retorîka wan a xapînok nexape, ji bo ku bigihîjin hedefa xwe bi me ra dimizicin, çavên xwe bi me ra qurç dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE