25 november 2023

Xwezî min cangiranî nekiriba...

Îro li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî nasandina romaneka keçaka kurd hebû.

Ala Rîanî xanimê romana xwe ya bi navê ”Dota Şer-jin, jiyan, azadî” da nasîn.

Min nêt hebû herim. Lê ji ber berfê, sar û sermayê min di xwe ra nedî herim li Ala xanimê gudarî bikim û ji xwe ra kitêbekê pê bidim îzmzekirin.
Ereba min tune ye, di rojên wiha da trafîk problem e, di riyan da meriv perîşan dibe.

Ji ber ku min di xwe ra nedî herim, min cangiranî kir neçûm hinekî şerm dikim, di hundurê xwe da xwe nerehet, bêhuzûr hîs dikim. Naxazim jineke kurd xeyalşikestî bibe, kes neçe civîna wê.

Fena ku min xwe ji ber karekî dibê min bikira dabe alî, wezîfeya xwe neanîbe cî. Di dilê xwe mahcûbîyetekê hîs dikim.

Lema jî min xwe mecbûr hîs kir bi van rêzan qala kitêba wê bikim; we jî ji kitêbê haydar bikim.
Ala Rîanî, di ”Dota/Keça Şer” da qala serpêhatiya mabata xwe dike.
Sibe kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd li kitêbxanê çêdibe, ezê kitêba wê bikirim, bira di kitêbxaneya min da hebe.

Dota Şer, roman Ala Rîanî ya pêşî ye. Bîranînên xwe yên zaroktiyê û koça Swêd a gelkî dramatîk, bi liberxwedan û şerê ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê bi hev va dihûne, dike çîrokek xweş.
Ala Rîanî artîst e, di çend fîlmên swêdî da lîstiye. 

NOT:
Piştî min nivîsa xwe belav hevalekî ji min ra got civîn cênebûye, taloqî rojeke din kirine. Baş kirine. Rojeke pir nexweş bû. Kêm kes ewê bikanîbûya biçûya.

XXX

Zivistana me hêdî hêdî xwe nîşan dide. Îro berf e, sar û serma ye, nuha 4 derece di binê sifirê da ye. Erd sipî bibe xweştir e.

Berf ji barana devşil xweştir e. Berf dihele erd pesnê xwe dide.

Bloga min Hindik-Rindik do 1831 caran hatiye tikandin. Jimareke baş e. Xwezî her roj wiha bûya. Lê nabe, li gorî nivîsan diguhere. Kêfa xwendevanan ji nivîsên dora hatiye.

Nivîsên bîranînan û yên li ser îslamê û şerê Hamasê û Îsraîl bala xwendevanan dikşîne.

XXX

Rewşan Çelîker xanimê li Stenbolê, li ”Bostancî Gosteri Merkezi”yê konserek daye.

Salon ji bo 2500 kesî ye, bilêt giş hatine firotin, cî nemaye. Li dora 3000 kesî ketine hundur. Yanî gelek kes ji pê mane.

Gelekên wan tirk bûne, piraniya wan jinên muzîkhez bûne. Tirkên ji muzîka Rewşan xanimê hez dikin jî hene, him jî ne hindik in.

Tiştê min di medya sosyal da xwend Konserek bi coş û muhteşem bûye.

Konserên Mem Ararat jî wiha qelebalix dibin.

Hebûna hunermendên wek Rewşan xanimê, wek Mem Ararat min kêfxweş dike. Ji wan ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE