27 november 2023

Halê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Yekîtîya Nivîskarên Kurd li Swêdê(YNKS) do kongra xwe ya 27´a çêkir.

Bîstûyek(21) endamên endametiya xwe dabûn beşdarî kongreyê bûn.
Em kêm dibin zêde nabin. Her sal em dibêjin, sal bi sal, xwezî bi par.
Li Swêd bi sedan nivîskarênkurd; kurmanc, zaza, soran hene. Lê endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li dora 30 kesî ne.

Nivîskarên me nabin endam. Hinek xemsariyê, cangiraniyê dikin, muhîm nabînin bibin endam.

Hinek belkî ji ber gelşên siyasî û îdeolojîk nabin endam.
Çimkî rewşa me, atmosfera siyasî ya nuha, ji bo ku nivîskar hemû kanibin di rêxistinekê da werin ba hev hîn ne misaîd e.

Dijayetiyên di warê siyarî da hene, hevaltiya hin partiyan dibe sebebê nivîskar jî wek siyasetmedaran li dijî hev bin, nikanibin di rêxistineke meslekî da werin ba hev.

Hin nivîskar jî li xwe qey danaynin bibin endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Endametiya YNKSê ne li gorî nav û şanê wan e, îmaja wan xera dike.



 Kurdên soran qet nayên nav me, em pir hewil didin ew jî werin, lê nayên.

Sebeb çi ye ez baş nizanim. Ya kurmancan biçûk dibînin, ya jî xwe ji me nahesibînin. Ya jî guh nadin xebatên wiha.
Kurdên Kurdistana Rojava jî nayên. Destpêkê ne wiha bû, lê her ku çû xerabtir bû.

Di 30 nîsana 1989´a da dema YNKS bi însîyatîfa Malmîsanij, Cemşîd Heyderî, Heme Seîd, Mihemed Muhtedî, Mustefa Duzgun, Şêrgo Bêkes, Xebat Arif ve hat avakirin, ji her çar perçeyên Kurdistanê nivîskar habûn. Nuha kes nabe endam, YNKS ketiye ber sikratê.

Hin nivîskarên me ji bo endametiya Komela Nivîskarên Swêdî bi ruh û can dixebitin, diçin her civîn û kongreyê, lê tenezul nakin bibin endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd. Carekê wek mîvan jî nayên kongreya me.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd zêde ne aktîv e, em nikanin kar û xebateke zêde bikin. 

Çimkî kes tune. Ji bo ku neyê girtin em çend porsipî hersal tên ba hevdu û kongreyekê çêdikin. Wek nav be jî em dixwazin ev dezgeha netewî hebe, em niftê li deriyê wê nexînin, lewx nekin.

Hêvîya me ew e rojekê baştir bibe. Dengê defê ji dûr va xweş tê. Sal bi sal, xwezî bi par.


Ez dixwazim li vir sipasiya du kesan, ya 
Zinar Soran û Têmûrê Xelîl bikim, wan ev sipasî heq kiriye.

Ev herdu camêr her sal bêyî naz û nûz, dikevin komîteya karger. Heger ew qebûl nekin îhtîmal heye em kesî nebînin û nikanibin konreyê çêkin.

Her sal çermê eniya me diqete heta em komîteya karger hildibijêrin.

Zinar Soran û Têmûrê Xelîl di her kongreyê da tim hazir û amade ne, bêyî liberger camêran dibêjin ”ERÊ”, em wezîfê qebûl dikin.

Di kongreyê da Nesrîn Rojkan wek serok hate hilbijartin.
Nesrîn Rojkan xanimê berê jî salekê(2022)serokatîya YNKSê kiribû.

Têmîrê Xelîl, Zinar Soran, Hêdî Gomeyî, Cumalî Karaman, Nezîr Akad, Selam Cizîrî jî wek endamên komîteya birêvebir hatin hilbijartin.

Têmûrê Xelîl bû sekreter, Zinar Soran bû berpirsiyarê aborî, hevalên din jî bûn endamên eslî û cîgir.

Komîteya nuh ji bo hemû kar û xebatên wî sipasî serokê berê M. Elî Kût kir.

Ez komîteya nuh pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.

4 kommentarer:

  1. Mala te ava kekê Zinar, hêvîdarim ku ev bang û dengên cenabê te olan vede û gelek canik û camêrên din jî beşdarî nav vê xebatê bibin.
    Bi rêz û silavên biratî

    SvaraRadera
    Svar
    1. Hêviya te hêviya min e jî. Heta em sax bin emê li ber xwe bidin. Piştî me koç kir jî çi dikin bi kêfa xwe ne.

      Radera
  2. Destxweş. Mixabin Kurd di her warî de ji rêxistinbûyinê direvin û ser re jî doza miletek, welatek û mafê wê dikin. Miletek an kategoriyek ji civatê bê rêxistin li tu derê serneketiye. Mafên kollektîf bi xebatên kollektîf tê bidest xistin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Rast e, destê bi tenê deng jê nayê. Bêyî hebûna dezgehên netewî meriv ji miletê xwe ra tu kar û havilê nake. Her kes viya zane lê dîsa jî zexeliyê dikin, xwe nadin ber kar.

      Radera

PARVE BIKE