13 november 2023

Berî her tiştî dibê meriv xwe nas bike û zimanê xwe bizanibe

Meriv tarîxa dinyayê, edebîyata dinyayê, coxrafîyaya dinyayê bizanibe baş e.

Meriv çend zimanan bizanibe helbet baş e. Kesê li dijî viya be, bibêje xerab e tune ye.
Lê berî meriv vana bizanibe dibê meriv zimanê xwe, tarîxa xwe, edebîyata xwe bizanibe, coxrafîya xwe nas bike.

Gelek kurd çend zimanan fêr bûne, kilasîkên edebîyata dinyayê ji ber kirine, bûne pisporên marksîsmê, komunîzmê, bûne pispor û alimên îslamê û bûne tarîxzanên ereban, lê kurdî nizanin, ji tarîx û edebîyat kurdî bêhay in.

Nizanin çend lehçeyên kurdî hene, tarîxa kurd û Kurdistanê, coxrafiya Kurdistanên nizanin, vê yekê jî ji bo xwe wek kêmasîyekî nabînin.

Çimkî haya wan ji nezaniya wan tune ye, asîmîlasyonê ruhê netewî bi wan ra nehîştiye.

Berî meriv bibe eflatûn, ”alimekî cîhanî” dibê meriv zimanê xwe baş bizanibe, tarîxa xwe, edebîyata miletê xwe pir hindik bizanibe.

XXX

Daxwazên hevaltiya Facebookê ji bo min bûye geleşek mezin. Kesên profîlên xwe girtine, tiştekî wan xuya nake daxwaza hevaltiyê dişînin. 

Meriv nizane kî ye, çi ye, li ser çi dînî ye?

Ez naxwazim her daxwaza hevaltiya ji min ra tê qebûl bikim.

Dixwazim bala xwe bidim profîlê, di heqê xwediyê daxwazê da pir hindik bibim xwedî fikrekê.

Lê ji ber ku profîl girtiye bêyî nav tiştekî din xuya nake.

Tu her daxaza tê qebûl bikî ne rast e, tu qebûl nekî xwe dixeyidînin.

Yanî tu tû kî jor simêl e, tu tû kî jêr rihî ye.

Tîr dikim nabe, rohn dikim nabe. Welhasil didim ber hev, didim ser hev ev mesele safî nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE