30 november 2023

Şahidê rûvî dêla rûvî ye

Hêzên dagirker bi leşker û pûlisên xwe tenê şerê me nakin, bi medya xwe, bi nivîskar û şairên xwe, bi profesor û dîndarên xwe, alimên jî şerekî psîkolojîk li hemberî me dimeşînin.

Ev şerê wan ê psîkolojîk ji şerê wan ê leşkerî xerabtir û bi zirartir e.

Hin bêbav û bêeslên xwedêgiravî şair in, edîb in dev davêjin ji kurdan da, kurdan biçûk dibînin, bi derew merewên berradayî tirkan li serê mezin dikin.

Îsmet Ozel di heqê kurdan da qeşmerî kiriye. Hin kes ji vê zirzopiya wî aciz bûne.
Şahidê rûvî dêla rûvî ye. Kesên wek Îsmet Ozel zirzop û qeşmerên dewletê ne, ew jî di tenga xwe da şerê kurdan dikin û pesnê tirkan didin, kurdan biçûk dixin.
Îsmet Ozel û kesên wek wî neyarên miletê kurd in, wek neyar ew jî karê xwe dikin.
Îsmet Ozel dêla rûvî ye, amîgoyê dewleta xwe ye, neyartiya wî ya kurdan normal e.

XXX

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê di heqê Tirkiyê da raporek nuh amade kiriye. Di raporê da pêşniyara diyalog û hevkarîyek nuh tê kirin.
Di raporê da tê gotin tîcareta bi Tirkiyê ra pir baş e, ”asta bazirganiya bi Tirkyê ra gihîştiye 200 milyat euroyî û ev jî reqor e.”

Ji bo berpirsiyarên ewrûpî pere tim ji ehlaq muhîmtir e. Ji bo ku çend milyaran qezenc dikin xwe ji Erdoganê dîktator ra kirine erd, çavên xwe ji her bêqanûnîya Tirkiyê ra, ji her terora Tirkiyê ra digrin.
Tirkiye bûye welatê çeteyên dinyayê, ji bo kurdan bûye zindaneke rastîn. Li hemberî viya tiştekî nakin, tîcareta xwe zêde dikin.
Yekîtîya Ewrûpayê ji bo Erdogan wek mangake bi şîr e, mêrik baş didoşe.

XXX

Li gorî xebera Rûdaw medyaya Rûsyayê gotiye Amerîkayê fuzeyên li dijî balafiran derbasî baregehên xwe yên li Sûriyê û li Kurdistana Rojava kiriye.

Hêvî dikim xeber rast be, bi rastî Amerîkayê fuzeyên li dijî balafiran dabe kurdan û hêzên hevpeyman.

Balafireke Tirkiyê bixînin, Tirkiye êdî newêribe bombebaranên xwe bidomîne.

XXX

Li Îranê di nav hefteyekê da jê 6 kurd, 8 kes bi darda kirine.

Meleyên faşîst, celad, berê ev wahşet eşkere dikirin, nuha bi dizî dikin, ji bo ku kes pê nehese.

Ev wahşet e, barbariyeke mezin e, dibê dinya vê wahşetê bide sekinandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE