29 november 2023

Hevaltiya bi dijmin ra li ba kurdan ne şerm e

Di malpera Rûdawê da Dildar Herkî bi zilamê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mehdî Eker ra hevpeyvîneke dirêj kiriye.

Mehdî Eker kurd e, ji qeza Bismil e. Berê wezîrê çandiniyê bû, nuha serokê rêxistineke dewletê ye. Zilamekî Erdogan yê gelkî muhîm e. Lema jî Erdon wî naqewitîne, tim di bin emrê xwe da dihêle.

Erdogan hetanî nuha hevalên xwe yên herî nêz, yên bi wan ra AKP ava kiribûn yek jî li dora xwe nehîştiye. Giş yek bi yek qewitandin. Lê hetanî nuha çipiska xwe jî bi Mehdî Eker nekiriye.

Wer xuya dike Mehdî Eker zilamekî, emirberekî wî yê pir sadiq e, di nav kurdan da jê ra karê baş dike. Lema heta nuha tezkereya wî tije nekiriye, di xizmeta xwe da hîştiye.

Di hevpeyvînê da meriv dibîne merivekî çiqasî şelaf e, çiqasî sadiqê Erdogan e.

Li ser pirsa Dildar Herkî, ”Wesîleya aramiya pêwendiyên navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê çi ye?”

Mehdî Eker ne wek kurdekî, tam wek tirkekî sextekar, durû bersîv daye, gotiye:

”Wesîleya wê ev e ku em ji serê ser de, ji qela û bela de em birayên hev in, em cîranên hev in, urf û adetên me pir nêzîkî hev in û çanda me nêzî hev in. Em li herêmekê ne û di dîrokê de jî em bi hev re bûne…”


Meriv dibîne wek nîjad kurdbûn têrê nake, dibê meriv bi dilê xwe, bi hestên xwe, bi fikrê xwe jî kurd be. Ev xislet bi Mehdî Eker ra nemane, baş bûye zilamê tirkan.

Ji bo wê jî wek tirkekî durû, demagojiyê kiriye, gotiye em(yanî tirk û kurd) birayên hev in, urf û adetên me pir zêzî hev in, em cîranên hev in….”
Ev demagojî û şelafîya xwe dirêj kiriye.

Li ser pirsa mafê kurdan, çareseriya mesela kurd jî gotiye, PKK nahêle, hetanî PKK, YPG hebin ew nikanin tiştekî bikin. Ji bo ku bi kurdan ra rûnin û gelşê çareser bikin, dibê berê PKKê biqedînin.

Dildar Herkî negotiye ji bo çi hûnê li bende qedandina PKKê bin? Mafê kurdan bidin, şerê xwe yê bi PKK´ê ra dîsa bidomînin.

Dibê PKK biqede dûra emê mafê kurdan bidin dereweke bi boçik e, zarok jî bi vê argumentê dikenin.

Lê kesê pê ra peyivî ye ne rojnamevanekî baş e, nexwestiye şelafê Erdogan têxe tengasiyê. Ji dêlî wî, hîştiye barek demagojîyên berradayî bike.

Ji bo çi Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kirin, ji bo çi her roj Kurdistana Rojava bombebaran dikin tiştek ji Mehdî Eker nepirsiye.

Li ser pirsa ji bo çi bi Rojavayê Kurdistanê ra jî hûn têkiliya xwe baş nakin, Eker gotiye:

”Li Rojavayê Kurdistanê tenê pirsgirêkek heye, ew jî ew e ku YPG û PYD wekî PKKyê kar dikin û tenê navên wan cuda ne.”

Nîvê Kurdistana Rojava dagir kirine hîn jî dibêje PKK sûcdar e.
Însan carê bibe hevalê dagirkerê welatê xwe pir bêheya dibe.

Mêrik wek kurdekî bûye bedevkê dewleta dagirker, li ser navê wê dewletê çûye Foruma Dihokê, wek zilamekî Tirkiyê dipeyive. 

Lê ne ew ji vê hevaltiya bi dijmin ra şerm dike, ne jî rojnamevanê pê ra hevpeyvîn kiriye vê cahşîtiyê jê ra wek rûreşiyekê dibîne.

Dildar Herkî jê ra nabêje tu çawa kanî bibî heval û berdevkê dewleta welatê te dagir kiriye, hevalê kesên nayarên miletê te ne?

Ji bo çi dewleta te Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî dagir kir?
Çima hûn Qamîşloyê bobebran dikin, binesaziyên bajêr xera dikin, milet bêav û di tariyê da dihêlin?

Ji dêlî pirsên wiha, tiştên fasafîso jê pirsî ye, wî jî baş pesnê dewleta xwe û serokê xwe daye.

We qet dîtiye filistîniyek bibe wezîr û berdevkê Îsraîl û here bi telewîzyoneke filistînî ra hevpeyvînê bike?

Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Li dinya tu kes wek kurdan nebûne dost û hevalên neyar û dagirkerên welatê xwe.

Li ba kurdan ne şerm e kurdek bibe hevalê dewleta dagirker, bibe wekîl û wezîrê partiyek tirk a neyarê miletê kurd.

Li ba kurdan hevaltiya bi dijmin ra, bi partiyên, bi kesên neyarên kurdan ra normal e, ne şerm e, heta şeref e.

Lema jî cahşîtiya Mehdî Eker kes jê ra nake kêmasî. Mêrik bi vê rêberiya dijmin serbilind e, kurd jî qedir û qîmetê didinê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE