28 november 2023

Ez îro ketim lê xêra befê zêde neêşiyam


Meşa min a îro bi macere derbas bû, ez ketim, lê Xwedê kir zêde neêşiyam. Berf nerm, wek pembo bû, ez erzan xelas bûm, erzan filitîm.

Berf çongekê ketiye, peyarê(riyên meşê) weneda bûne, meriviya riya xwe nabîne.

Ji nişka ve nigê minê çepê di kortekê wer bû, ez bi dev û ruyan ve çûm erdê.
Min hêzî ser xwe kir, ez carek din şemitîm, li ser berfê bûm çît.

Berf pir bû, ez zêde neêşiyam. Herdu çongên min hinekî êşiyan, lê Xwedê kir seqet nebûm.

Min tu carî di wexteke hewqasî kin da nedîye hewqas berf bibare. Cîran nikane here cîrên.



Di nav 2-3 seeta da herî kêm 30 santîm berf ketiye. Hîn jî venekiriye, dibare. Meriv nikane gava xwe bavêje.

Gava ez ji mal derketim min nizanîbû hewqas berf ketiye. Min hema da nav...

Xanimê baqilî kir nehat, min tenê di vê pûkê da xwe li tozanê qeliband.

Gava ez ji mal derketim rê venedabûn, berf çongekê li erdê bû, meş zor bû.

Di vegerê da hin rê vedabûn, lê ne giş. Potîna min û qapûtê min baş e, nigên min necemidîn, ez neqefilîm. Çimkî sar e jî, 7 derece di binê sifirê da ye û di ser da ditizîne.


Li Swêd zivistan bêberf, berf jî bêketin nabe. Ya mihîm meriv xwe seqet neke.
Îro ev cara ye ez radihîjim bêrê û berfa hewşê didim alîkî, riya ber malê paqij dikim. Ji bo nebêjin maleke kurd e, bêkêr û bêpergal e.

XXX

Li Stockholmê berf e, xweş dibare. Min wek xortekî, zend û bendên xwe vemalt, rahîşt bêra xwe ya berfê û hewşa xwe, ber deriyê xwe paqij kir.

Bira xelkê nebêje evê kurd çi merivekî tembel e, di bin berfê da maye, riya mala xwe venake.

Ez naxwazim ji min da lekeyeke herî biçûk jî li navê kurdan keve.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE