30 november 2023

Misilmanan çav berra Ewrûpayê dane

Di medyaya sosyal da ez rastî xebereka balkêş hatim. Li gorî xebera hatiye belavkirin yekî misilman bi yekî alman ra minaqaşe dike, ji yê alman ra wiha dibêje:

”Tu dixwazî pê qayil bibe, dixwazî pê qayil nebe, îslam ewê bibe dînê Almanyayê.
Keça te ya alman ewê şarpê bide serê xwe(serê xwe bigire).
Lawê te ewê wek me riyê berde. Û keça te jî ewê bi misilmanekî bi rî ra bizewice.
Em misilman zarokan zêde çêdikin. Alman qet çênakin. Herî zêde hûn du zarokan çêdikin. Em 7-8 zarokan çêkin elhemdullah. Yê we almanan kûçikek û zarokekî we heye.
Hewqas. We welatên me ji xwe ra kirin kolonî. Bi vê riyê hûn li welatên Mercedesan siwar bûn û we kamareyên xwe dîjîtal bi kar anîn.
Ey Xwedayê min, fetihkirina almanyayê bike nesîbê me.”

Ev parvekirin rast e, ne rast ez nizanim. Belkî jî derew be, ya jî qeşmeriya tirkekî be.

Lê derew be jî, henekek be jî bi rastî jî misilmanan çav berra Ewrûpayê dane, bi miyonan misilman wiha difikirin, bi rastî jî viya dixwazin, dagirkirina Ewrûpayê xeyal dikin.

Xwedê neke, heger bi rastî jî misilman Ewrûpayê bi riya koçê dagir bikin, ev îhtîmal heye, him jî ne zeîf e.

Ne Ewrûpa hemû, lê ji nuha da demografîya gelek welatên Ewrûpa guherî ye. Pir ne ecêb e li hin welatan misilman werin ser hukim û îslamê bikin dînê dewlewtê.

Lê wê demê Ewrûpayê jî ewê bibe Afganîstan, Pakîstan, Bengladaş, Tirkiy,  Îraq û Sûriye.

Çimkî yên welata bi pêş dixînin, xweş û mufereh dikin însan in, welat, coxrafya jixweber bi pêş nakeve.

Ewrûpa, însanan bi xebata xwe, bi siyaseta xwe, bi demokrasiya xwe bi pêş xistin.

Heger misilman Ewrûpayê bigirin, ewê Ewrûpayê jî bikin wek welatên xwe. Wê demê hûnê ku da birevin?

Îslamîyet ne ji bo Ewrûpayê tenê, ji bo misilmanan jî, ji bo tevahiya dinayayê talûkeyeke mezin e, misilman herin ku, îslamîyet li ku der xurt bibe, wira wêran dibe.

Lema jî dibê li Ewrûpayê rê li ber koçberiya misilamanan were girtin, zêdebûna misilmanan, afrîkiyan bi xwe gelşên mezin tîne. Ev gelş mala xerîban jî wêran dike, dibe sebebê konfîlîktên mezin.

Li hin welatan kane bibe sebebê şerê navxwe. Swêd yek ji wan welatan e, di devê topê da ye. 

Problemên îro li Swêd peyda bûne pir mezin in, çareserkirina wan pir zor xuya dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE