Hamasê bi xêra agirbestê çend rojan bîna xwe girt û dîsa dest bi pîşikê xwe yê pîs kir. Kurmê şîrî heta pîrî, çi felaket were serî jî naguhere, wer dimîne.
Du çeteyên Hamasê do li Tel Awîwê sê kes kuştin, neh kes jî birîndar kirin. Ew
jî hatin kuştin.
Ar nakin, fedî makin. Miletê xwe perîşan kirin, bi parsê dijîn. Lê dîsa jî li ber xwe
nakevin, baqil nabin.
Lê hîn jî dawa mêraniyê dikin, çend îsraîliyan dikujin.
Bi kuştina sê kesan tiştek bi Îsraîl nayê. Îsraîl jî sêsed kesî ji we bikuje, we hinekî din perîşan bike.
Meriv ne neyarê gelê xwe be wiha nake.
Barê giran, aqilê sivik.
Aqil taca zêrîn e, li serê her kesî nîne.
Serokên Hamasê bi darê zorê bûne ”serok”, lê tiştekî nizanin, tim ji xwe ra xerab dikin.
Bi kuştina çend sivîlan hûn him tiştekî bi dest naxin, him jî ji xwe ra xerabtir dikin.
Îdeolojiya îslamî bûye wek îdeolojiyek nazîzmê, ne tenê dixwaze yahûdiya biqelihîne, her kesê new ek jî neyar, kafir dibîne û dixwaze wan bikuje. Navê viya jî kirine cîhad. Qatil, celad jî bûne cîhadîst.
Ev îdeolojî, ev fikir ji însanîyetê pir talûkeye, dibê were mahkûmkirin.
Lê filistînî jî misteheqê vê perîşaniyê, vê zîletê ne, heger ne misteheq bûna ewê nedana dû qatilên Hamasê, ji wan ra nelîrandana.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar