24 november 2023

Mêrik li ber xwe nakeve lema pesnê xwe dide

Berdevkê Hamasê yê leşkerî Ebû Ubeyde pesnê şerê Hamasê daye, gotiye wan Îsraîl mecbûrî agirbestê kir.

Ebû Ubeyde berdevkê Lîwayên Izedîn el Qasim e. Yanî efendî serokekî Hamasî yê leşkerî ye.

Mêrik malik li filistîniyan wêran kiriye, giş bûne motajê parîyek nanê tisî û tasek av, hîn jî pesnê dînîtiya xwe dide.

Xwedê aqilekî bide we. Xeza him ketiye bin konrola Îsraîl, him jî wêran bûye. 

Li gorî gotina we 14 hezar filistînî hatine kuştin. 14 hezar helbet derew e, derew karê we ye. 

Lê kuştîyên we bi kêmanî deh qatên îsraîlîyan in.

Ya din agirbest ne daimî ye, ji bo 4 rojan e, piştî çar rojan Îsraîlê dîsa bide ser pişta we.

Hûn kortika hustuyê xwe dibînin, lê careke din îdareya Xezayê nabînin.

Yanî bi qetlîama 7´ê cotmehê we dawî li îdareya xwe anî û we filistînî jî perîşan kirin.

Hûn wek xiltan ketine bin erdê, du milyon filistînî li çol û beyaran perîşan in. Heger Neteweyên Yekbûyî zikê wan têr neke, bi hezaran ewê ji birçîna bimrin.

Lê hûn şerm nakin, hûn hîn jî qala zafera xwe dikin. Çimkî hûn li ber xwe nakevin. Hûn bi parsa xelkê dijîn, we gelê xwe jî kiriye parsek, ne xema we ye, hûn hîn jî qala mêraniya xwe dikin.
Yê li ber ketin û rabûna xwe nekeve jê ra tim çardê nîsanê ye...
XXX

Têjikên(çêlikên) mara jî bi jahrî ne. Zarokên dagirkerên welatê me ji bav û kalên xwe xerabtir in. Miletên din bi demê ra guherîn,

medenî bûn, yên me ji şansê me yê xerab ra pîstir bûn.

Xwezî bi kefendiz.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE