23 november 2023

Her kes berê tevşo dide xwe

Dinya wiha ye, her kes ji aqilê xwe razî ye. Her kes berê tevşo dide xwe, tim li têla xwe dixe. Tiştê li gorî te şaş e, xerab e, li gorî yekî din kane rast be, baş be.

Serokê li gorî te siyaseteke şaş dimeşîne, bi wê siyaseta xwe zirarê dide miletê xwe, li gorî yekî din ew serokekî netewî ye, bêqusûr e, bêkamsî ye. Tiştê serok û pariya wî dike rast e, dibê meriv pesnê wî bide.

Çimkî her kes bi gaza xwe cêw dipîve, her kes rojê di tenga xwe da dibîne.

Pîvana her kesî ne wek hev e. Her kes her tiştî nabîne, ya jî naxwaze bibîne. Sebebê gelş û teşxelayan jî ev e, ji vir dest pê dike.
Meriv fikrê xwe bibêje, lê zêde nekeve gewriya xelkê, ji bo guherînê wext lazim e. Bi zor nabe, îqna lazim e.

XXX

Barê serê bêaqil nig dikşîne. Tim wiha bûye, serê bêaqil tim ji nig ra bûye bargiranî, tim jê ra bela peyda kiriye.

Bar min naêşîne, serbar min diêşîne. Êrîş û zulma dijmin ne bes e, kurdên bûne hevalên dijmin jî xwe dane ser, wan pişt li min sikandine.

Ji me ketine, bi me ketine.

XXX

Li ser kûçikan çend gotinên xweş hene. Min got ez van gotinên lazim in bi bîra we xim. Belkî rojekê ji kêrî we bên.

-Kûçik di bin siya darê da ketibû,ji wî wetnê siya dêla wî ye.

-Kûçik bi kurman namire

-Kûçik bi kûçik bixeniqîne

-Kûçik çi buixwe wî dirrî

-Kûçik pê li dêla kûçik nake

-Kûçik gotê kpçik naxwe

-Kûçikên ser kormekê ne

XXX

Were mala me, bibîne halê me. Mala gur e, der ji hundur çêtir e.

Dengê defê ji dûr ve xweş tê.

Ax wax halê min, ji derdê kêmaqiliya min. Heger pêşeng û serokên me merivên jîr û zana bûna, bi tivdîr û tifaq bûna, dijmin nikanîbû em hewqasî perîşan bikira. Hundur malê ewê hewqasî ne tevlihev bûya.

Lê tu tişt wek xwe namîne, ev rojên tarî jî ewê derbas bin, rojekê miheqeq emê ji vê bindestiyê xelas bibin. Ji bo vê jî dibê em bixebitin, bixebitin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE