30 september 2025

Tirsa kûçik

Ji kûçik pirsîne, gotine çima tu diewtî, sebeb çi ye?

Kûçik gotiye:
-Ji bo ku gur bitirsînim.
Gotine:
-Ê dêla te çima dilerize?
Gotiye:
-Ji ber ku ez ji gur ditirsim lema…
Kuro ya hewqasî zêde bi me da neewtin, ya jî bira dêla we ji tirsê nelerize...

29 september 2025

Televîzyona me çû rahmetê

Cergî em hatina xaniyê xwe yê nuh televîzyona me ya 23 salî nexweş ketiye, ketiye komayê. Ew û sîstema vir li hev nakin. Ew pir kevn e, sîstema vir pir pêş da ye. Lema weşan tim qut dibe. Geh tê girtin geh vedibe. Ez pê r awestîyam.

Min ban hosteyekî kir, lê nêrî, got, li ber mirinê ye, kane îro ya jî sibe bi temamî bimre, ya jî heta meheke din li ber xwe bide. Lê umrê wê temam bûye, dibê tu yeka nuh bikire.

Min ji xanimê ra got, telewîzyona me dibêje ji xaniyê nuh ra televîzyoneke nuh lazim e, lema ya min heta vir, herin ji xwe ra televîzyoneke nuh bikirin.

28 september 2025

Her kes pirsa ker dike

Du kalên hilhilî li parkê rûniştibûn ji xwe ra sohbet dikirin, carnan jî heke heka wan bû dikenîyan.

Vê dilşadî û kenê wan bala yekî ji wir derbas dibû kişand, bi meraq ji wan pirsî:
-Apên hêja, wer xuya dike derdekî we tuneye, lema kêfa we hewqasî li cî ye, heke heka we ye, hûn dikenin.
Ji kalan yekî got:

27 september 2025

Îsraîl li çeteyên Daîşê xîne ji Îsraîl bêtir ji me kurdan ra baş e

Ji ber ku serokwezîrê Îsraîl Netanyahu gotiye, ”heger êrîşî me bikin, emê milîsên Îraqê ji ortê rakin”.
W
ezîrê karên derve yê Îraqê Fûad Husên pir aciz bûye, gotiye, ”Îraq dewleteke serbixwe ye, em tu gefê qebûl nakin."

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd jî gotiye, ”gefa DAIŞ´ê li ser welatê wan nemaye û ev talûke êdî "sifir" e.
Fûad Husên jî kurd e, Letîf Reşîd jî kurd e, herdu jî li dij in Îsraîl li çeteyên Daîşê xîne, wan ji ortê rake.

Îsmet Ozel: Ez di ser her kesî ra me, çimkî ez tirk im


İsmet Ozel şairekî nuha bûye pantirkîst, dibêje ez tirk im. Lê bi eslê xwe ne tirk e. Li gorî ferhenga Wikipediayê bavê wî Ahmed lawê Suleyman Çavuş e. Suleyman Çavuş erebekî ji Bexdayê ye.

Lê kane qereçî(romen)be jî. Çimkî pir dişibe qereçîyan.
Axirê ji çi miletî be jî ne tirk e, lê xwe tirk dihesibîne.
Îsmet Ozel berî 1980´î şairekî çep bû, dûra çerx kir, bû îslamîst. Nuha jî bûye pantirkîstekî neyarê kurdan û xwe di her her miletî ra dibîne. Tirkan ji her miletî hêjatir, esîltir, mezintir dibîne. Viya jî eşkere dibêje.
Di minaqaşeyeke telewîzyonê da gotiye:

26 september 2025

Marco Robîo bersîveke giran daye rexneya Erdogan

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robîo bersîveke giran daye rexneya Erdogan a li Donald Trump girtiye.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Marco Robîo gotinên serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên di telewîzyona Fox Newsê pir giran rexne kiriye.

Erdogan di Fox Newsê da gotibû, Trump gotibû ezê şerê Rûsyayê- Ukraynayê bisekinînim, nesikinand. Gotibû ezê şerê Xezayê bisekinînim, nesekinand.
Bi vî hawî Trump rexne kiribû. Ev rexneya Erdogan ji Marco Robîo hat pirsîn. Marco Robîo gotiye:

25 september 2025

Ji mecbûrî ez bûme aşpêj

Li xaniyê nuh ji mecbûrî ez bûme kebanî û aşpêj. Xanim danê esir, seet di 15.00´a da  dihere Aras ji zarokxanê dibe mal, seet heta nêzî 18.00 li wir dimîne, alîkariya diya wî dike. Heta Rojen ji kar tê malê.

Seet di 18.00´a da tê malê. Gavê tê mal ji hal da ketiye, nabe ez şîvê jî bi wê bidim çêkirin; ewê bibe bêûjdanîyeke mezin.
Ew dibêje ezê çêkim, lê ez qebûl nakim. Xwedê kir baş xerab ez kanim tişt miştan tevhev kim, li hev bimeliqînim. Ji ber ku cilo ketîye milo.

Karê me zor e, lê serketina me mimkûn e

Konfuçyus li ser hêvîyê û bawerîya bi pêşerojê, bi serketinê gotiye:

-Însanê perê xwe wenda kiribe, qet tiştekî xwe wenda nekiriye. Siheta wî ji dest çûbe, nîvê jiyana xwe wenda kiriye. Lê heger hêvîya wî û bawerîya wî ya bi siberojê nemabe, tê maneya her tiştê xwe wenda kiriye.
Rewşa me xerab e, neyarên me wek gurên har dora me girtine, dixwazin êrîşî me bikin, lê dîsa jî dibê em bêhêvî nebin, dev ji bawerîya xwe ya bi serketinê û azadîyê bernedin. Karê me zor e, lê serketin mimkûn e, gerek bawerîya me bi viya hebe.

24 september 2025

Serokê Kurdistana Federe ji xwe ra dewletê naxwaze, ji filistîniyan ra dixwaze

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi beyanekê destek daye dewletbûna Filistînê.

Beyan serokê herêma Kurdistanê wiha ye:
“Em piştgiriya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsa gelê filistînê û damezrandina dewleta wan a  di çarçoveya rewa û qanûnên navneteweyî de dubare dikin.”
Beyaneka tam li gorî dilê tirkan, farisan û ereban e, dibêje em di cepheya Hamasê û hêzên îslamîstan da ne.

23 september 2025

Li Swêd şîrketa nebihîstiye me xanî kiriye tune ye


Wer xuya dike li Swêd çiqas fîrma, şîrketên serwîsê, xizmetê hene gişan bihîstiye me xanîyekî nuh kiriye, em hatine Hanîngeyê.

Cergî em hatine vî xaniyê xwe yê nuh, hema hema her roj ji min ra hin name û reqlam tên.
Gişk me pîroz dikin, dibêjin xaniyê we yê nuh bi xêr be, hûn tê da bi kêf û xweşî bijîn. Dûra jî pêşniyarên xwe rêz dikin.
Hinek dibêjin belkî ji we ra perde lazim e, em pisporên vî karî ne, em kanin werin alî we bikin.

22 september 2025

Pişta te xurt be mohra terorîstiyê tavilê radibe û tu dibî serokekî bi qîmet


Serokê Sûriyê Ahmed Şer di lîsteya Amerîkayê ya terorîstan da bû. Amerîkayê 10 milyon dolar xelat danîbû serê wî.

Terorîstê Amerîka lê digeriya îro wek serokê Sûriyê li Amerîkayê ye û ewê li Neteweyên Yekbûyî wek serokekî payedar biaxive. Belkî bi Donald Trump ra jî hevdîtinekê bike.
Baş e çawa bû Ahmed Şer, terorîstê serokekî El Qaîdeyê, Daîşê, Nusrayê, HTŞ´ê bû, 
Înterpol lê digerîya, Amerîkayê 10 milyon dolar xelat dida kesê wî bigire bû serokê Sûriyê û lîderekê bi qîmet?
Pişta meriv xurt be li vê dinyayê her tişt mimkûn e. Numûneya el Colanî(Ahmed Şer) îspata vê ye.

Hukim ketiye destên merivên xerab û zalim

Sed sal e em xerab ketine, em ketina torra merivên xerab, zalim, em çiqasî li ber xwe didin jî têrê nake, ji me xurttir in, em nikanin ji bindestiya wan xelas bibin.

-Tu şûr bidî destê dînekî çiqasî talûke be, hukimdarkirina merivekî bêexlaq jî hewqasî talûke ye.
Li Tirkiyê hukim ketiye destê merivên ji exalaq şuştî muştî ne. Lema her xerabiyê, her babetê zulmê li me dikin.

21 september 2025

Feqîrê tirk dilê wî pir bijiya ye govenda kurdî

Tirkekî vîdeoya govendeka kurdî ya muhteşem parve kiriye û bi heyranî û dilbijokî gotiye:

”Di jiyana xwe da min nedîtiye kes ji îskoçiyan xweştir govendê bigerînin.”
Ji ber neyartî û dilreşîya xwe ya li hembrî kurdan negotiye kurd, gotiye kes ji ”îskoçîya xweştir baz nade, dans nake” (!)
Yê tirkan ne govendeke wan a netewî heye, ne jî kincên wan ên netewî. Ji bo wê jî dema çav li lîstikên, govendên kurdî dikevin dilê wan dibêje çizzz, dibêjin xwezî folkloreke me jî ya wiha xweş, muhteşem hebûya.

20 september 2025

Îro bi meşê ji hal da ketim

Îro bi meşê ez ji hal da ketim. Tam 14.55 km meşîyame. Lê xweş bû, min û xanimê gelek derên nuh dîtin. Rêberê me lawikê me Rojen e, her carê derekê nîşanî me dide.

Berî nîvro ji bo alvêrekê çûm çarşiya Port 73. Min lazimiyên malê kirî û hatim.
Çer gihîştim mal, lawikê me Rojen telefon kir, got werin emê we hinekî bigerînin, derên we hîn nedîtine emê nîşanî we bidin.
Em bi meş çûn Jordbro. Me gelek derên xweş dîtin.

19 september 2025

Îro ez rastî gakûvîyekî hatim

Îro serê min di ber min da ez li parka me dimeşiyam. Ez bi tenê bûm, xanim bi min ra nehat. Got ez westîya yî me û karê min jî li mal heye. Lema ez bi tenê çûm meşa xwe ya rojane.

Serê min di ber min da bû, min hew carê nêrî gakûvîyekî tu dibê ecêb li milê min ê çepê di nava daran da diçêre, pelê darê dixwar. Hindik mabû ez lê biqelibîyama. Netirsîya, ez tirsîyam.

Nabêna me du mîtro jî tunebû. Ez veciniqîm û paş da vekişiyam.

Min lê nêrî, wî li min nêrî û çêra xwe domand.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê gotiye ya YPG û HSD ewê telîm bibin ya jî emê êrîş bikin !


Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler dîsa gefa êrîşê li YPG´ê û li HSD´ê xwariye, gotiye ewê tu carî nehêlin YPG û HSD li herêmê bi cî bibin û bi navên cuda çalakiyan bikin.

Yanî mêrik pir eşkere dibêje heger YPG, HSD teslîmî me nebin, emê Kurdistana Rojava dagir bikin.
Banga Yaşar Guler tê maneya em qebûl nakin kurd li tu dera dinayayê azad bibin.

18 september 2025

Ka werin bibînin bê "werz" çi ye û ne çi ye!

Belkî sedûyek navên, maneyên navdêra ”werz”ê hene. Werz, him demsal e, him bîstan e, him rez e, him cotkarî ye, him paletî ye, him mahser e...
Li ba me gotina ”werz” tune ye, ez bi xwe nizanim ”werz” çi ye?

Wê rojê li derekê bi ber çavê min ket, min meraq kir û bala xwe da çend ferhengan. Ez gêj bûm, sedûyek nav derket hemberî min.
Nav û maneyên ”werz”ê ji yê rûvî jî pirtir e, belkî sedûyek maneyên wê hene.

17 september 2025

Duran Kalkan: Em nabêjin viya bidin kurdan, wiya bidin kurdan...

Endamê serokatiya PKK´ê Duran Kalkan gotiye:

”Dibê gavên demokratîkbûnê werin avêtin. Em nabêjin viya bidin kurdan, wiya bidin kurdan. Bira demokrasîye Tirkiyê bi pêş keve, bira Tirikiye bibe bira, bibe yek. Ya na talûkeya siyasî li ortê ye. Îsraîl çi dike, Şerê Cîhanê yê Sisiya hatiye kîjan nuxtê li ortê ye. Me berê jî ev rewş analîz kiribû.”
Mêrik eşkere dibêje em ji kurdan ra tiştekî naxwazin, em nabêjin vî heqî, wî heqî bidin kurdan. Tenê dixwaze Tirkiye bi pêş keve, perçe nebe.

16 september 2025

Komîsyona derewîn û xapandinê

”Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê” ewê civînekê bi akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl (STK´ê) ên  Bakurê Kurdistanê ra çêbike û guh bide dîtin û pêşniyarên wan.

Navekî ecêb li komîsyona derewîn kirine. Komîsyon jî, hevdîtinên dike jî giş taktîk û manawrayên xapandinê ye.
Qîmeta dîtin û pêşniyarên tu kesî tune ye, tiştê tê kirin formalîte ye, ajandeyeka Erdogan û Bahçelî heye, komîsyon li gorî wê programê hin civînên xapandinê çêdike. Kî çi bibêje vala ye, ewê tu giraniyeke wê tunebe...

15 september 2025

Tirkiye dixwaze li dijî kurdan û Îsraîl cepheyekê ava bike

Tirk, ereb û faris van rojan pir bi ser hev da diherin û tên, pir li halê hev dipirsin. 

Li Qeterê li hev kom bûn, bi hev şêwirîn. Dixwazin li dijî kurdan û Îsraîl cepheyekê ava bikin. Tirkiye û Îran serkêşiya vê xebatê dikin.

Derdê tirkan kurdên Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya ereban û farisan û welatên musilman bifetisîne, kurdan têxe hesargehê.

Rejîmên hersê miletan jî riziyayî ne, ji hev da ketine, li ber hilweşînê ne.

Li Swêd kitêbfiroş li pey hev tên girtin

Li Swêd kitêbfiroş sal bi sal kêm dibin, yek li pey yekê tê girtin.

Li Swêd îsal, heta nuha deh(10) kitêbfiroş hatine girtin û nîvê belediyên welêt bêyî kitêbfiroşekî fîzîkî ne.
Li Swêd di navbera salên 2010 û 2020 da teqrîben mehê kitêbfiroşek hatiye girtin.

14 september 2025

Almanan li Rîgayê îşev pişt li tirkan şikandin


Almanyayê vê carê jî şampîyoniya Basketbolê ya Ewrûpayê Qezenc kir. Him jî kesî bawer nedikir kanibin zora tirkan bibin.

Fînala li Rîgayê îşev muhteşem bû. Almanan di çar deqeyên dawî da pişta tirikan şikandin û ew hustuxwar şandin Tirkiyê û vê carê jî bûn şampîyonê Ewrûpayê.
Di 2023´a da zêr girtin, bûn Şampîyonê Dinê.
Di deqa dawî da Alman pûanekê ketin pêş û vê pûanê qudûmê tirkan şikand û Almanya derbas nekirin.

Baş min nabînin, xerab ji min nagerin

Baş rastî min nayên, xerab ji min nagerin. Ez ne bi tirkî dinivîsînim, ne jî komentarên bi tirkî qebûl dikim.

18 sal e di medyaya sosyal da aktîv im, min bi tirkî ne rêzek nivîsîye, ne jî komentarên bi tirkî qebûl kiriye. Vê şêla min gelek ges, gelek nas û dost ji min sar kirin, ji min dûr xistin.

Di malpera min a X´ê da çend kes li ser parvekirinek min bi komentarên tirkî ketin gewrîya min û hev.

13 september 2025

Şiîreke min pir jê hez kir

Do di Facebookê da ez rastî vê şiîra Îbretîyê tirk hatim. Îbretî kî ye, çi kes e, sax e yan mirî ye ez nizanim, lê jî negerîyam. Min hewce nedît.
Min ji şiîrê pir hez kir, ji bo wê jî wergerand kurmancî. Navê şiîrê, ”Ne tiştekî din e”.Di Facebookê da bi vî navî hatibû parvekirin.

Şiîr li ser bawerî û felsefa jiyanê ye, paradoksa însan tê da dijî, carnan nikane ji nav derkeve, riya xwe şaş dike.

12 september 2025

Sivîl ji eskerên 45 sal berê gelkî xerabtir in

Di ser midaxela leşkerî ya 12´ê îlona 1980´î ra 45 sal derbas bû, di warê sîyasî da rewşa me kurdan ji ya 45 sal berê xerabtir e, ne baştir e.

Esker çûn sivîl hatin, lê heft xwezî bi kefendiz, sivîl ji Kenan Evren misqalekî jî ne baştir in.
Yên hatin ji yên çûn zalimtir in, hartir in. Sal bi sal xwezî bi par. Vê carê halê me xerabtir e ji her sal.

Sêla min kevir e, ji mineta xelkê çêtir e

Em kurd neyartîya tu miletî nakin, em dixwazin her milet bigihîje heqê xwe, zulm li tu kesî, li tu miletî nebe, her kes azad bijî; tu milet nebe bindest, welatê tu miletî neyê dagirkirin.

Lê di eynî wextê da gerrek em bi dengekî bilind bibêjin, ”bihuşta ez ne tê de bim bira ker û kûçik tê da vegevizin.”
Rehetî, azadî, serxwebûn, dewlet dibê ne ji bo miletên din tenê be, ji bo me kurdan jî hebe, dibê em kurd jî wek miletên din xwedî dewleteke netewî bin, li welatê xwe azad bijîn. Û viya bixwazin.

11 september 2025

Payizê îro xwe baş nîşan da

Li Hanîngeyê îro hewa gelkî ne xweş e, baraneka bi zirp dibare, ewrekî giran, wek konekî reş xwe bera ser Hanîngê daye, bayekî pir zêde tê. Çûk bi çûktiya xwe ji hêlîna xwe dernayê.
Payizê xwe baş nîşan da. dêdî dibê meriv xwe ji sermê biparêze.

Xanim seet  berî 15.00´a çû neviyê me Aras ji zarokxanê bir mal. Her danê esir, diçe 3 seetan alîkariya xanima Rojanê me dike.

Nuha ez li malê bi tenê me, min bîstekê li balkonê(şaneşînê)li barîna baranê, li beza hin cîranên dibezin malên xwe temaşe kir.

Kitabeyeke çermsoran

Derew bizir(toxim) e, yek çelî dide.

Her yekê çelî bizreke, her yekê wan jî çelî dide.
Zanîn jî bizir(toxim) e. Yek sedî dide.
Her yekê sedî jî bizrek e, ew jî zanebûnê didin te û îlhamê jî didin zarokên te.
Jîrî av e, bizir(toxim) jî bi avê hişin tê, derewê jî, zanîn jî.
Qabîlîyet ax e, tu çi biçînî tu yê wê biçine; tu neçînî zexeliyên bidin ser.

Di navbera min û GROK´ê da minaqaşeyeke balkêş !

Do bi şev li ser koçberên tirk û kurd min pirsek ji GROK´ê kir. Min bi kurmancî pirsîbû, wê bi tirkî bersîv da min. Ez matmayî mam, min jê pirsî:

-Min bi kurmancî ji te pirsî, te bi tirkî bersîv da min. Çima?
Tu çi zanî ez bi tirkî zanim?*
GROK´ê ev bersîva jêr da min. Got ji ber min bi tirkî bersîv da te ez poşman im û heger tu bixwazî ezê wê bersîvê bikim kurmancî û ji nû va bişînim.

10 september 2025

Sîtila kurdan ne hewceyî zebanîyê nobetdar e

Îro jî ezê bi vê çîroka cahnimê rewşa kurdan, xêrnexwaziyan wan a li hemberî hev taswîr bikim. Di teşbîhê da xeta tune...
Li cahnimê ji bo her miletekî sîtilên(kergeyên)qîr û qitranê cihê, cihê  hatibûn danîn. Li ber her sîtilê jî zebanîyekî zebelih wek nobetdar sekinîbû; ji bo ku nehêle kes ji sîtilê bireve.

Tiştê balkêş, li ber sîtila kurdan zebanî tunebûye.
Tirkekî ev yek meraq kiriye, sebebê vê yekê pirsîye:
-Li ber sîtila her miletî nobetdarek heye. Çima li ber sîtila kurdan tuneye?
Gotine:

09 september 2025

Dibê meriv bi hunera xwe zarokên kurd nehewisîne tirkî

Hin hunermend, artîst, komedîyen li hemberî asîmîlasyonê, li hemberî felaketa hatiye serê miletê wan bêxem in, ew jî bi hunera xwe zarokên kurd asîmîle dikin.

Ji dêlî kurdî li ber çav û dilê kurdan, zarokan şîrîn bikin, wan bihewisînin kurdî, bi berhemên xwe tirkî dikin zimanê wan.

Li gorî anketa Navenda Vekolînên Meydanî yên Sosyo-Polîtîk, li Kurdistana Bakur jimara zarokên bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin ji sedî 1,3 ye.
Ma felaketeke ji viya hîn mezintir heye?

08 september 2025

Ji sedî 1,3´yê zarokên kurd bi dê û bavên xwe ra kurdî dipeyivin

Do min gotibû belkî îro jî nikanibim tiştekî binivîsînim. Lê carnan hesabê mal û bajêr li hev dernayê. Texmîna min jî şaş derket. Îro kanim sîsa aktîv bim.

Min çer kompîtora xwe vekir parvekirina mzmoate Mîkaîl Bulbul bala min kişand. Gava min xwend kizînî bi dilê min ket.

Navenda Vekolînên Meydanî yên Sosyo-Polîtîkê li 23 bajaran (Amed, Batman, Stenbol, Wan, Ankara ...) anketek li ser halê kurdî dereca asîmîlasyonê çêkirîye.

07 september 2025

Agahdariyek zerûrî

Gelî xwendevanên hêja, îro mazereteke min hebû, min nikanîbû tiştek binivîsanda. Belkî sibe jî nikanibim binivîsînim.
Wek prensîb ez xwendevanên xwe bê agahdarî nahêlim. Bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

06 september 2025

Cahilî û nezanî ji xizaniyê xerabtir e

Ji Dîogenes pirsîne, ”geleo barê dinyayê yê herî giran çi ye?

Dîogenes gotiye, ”hilgirtina merivekî cahil.”
Fêrbûn, zanîn buha ye, lê cahilî buhatir e.
Merivê cahil xwe pir zane dizane, tiştekî meraq nake.
Merivê cahil qedrê azadiyê, demokrasiyê nizane, çimkî cahil e.
Cahilî, nezanî xerabtir ji xizaniyê.
Ji kerran ra def, ji koran ra çira, ji cahilan ra gotin bêfêde ye. 

05 september 2025

Meriv sadîst be zulmeke wiha li bavekî nake !


Zulmek, nemirovahîyeke wiha li tu dera dinyayê nehatîye dîtin. Lê tirk li kurdan dikin, heta pê kêfxweş jî dibin. Meriv me sadîst be tiştekî wiha nake.

Mehmet Durak Karak 30 sal e di destê dewleta tirkan da êsîr e. Dibê di meha hezîranê da bihata berdan, ji ber dilreşî û barbariya xwe bernedane, hîn girtîye.
Li gorî qanûnan cezayê muebetê 30 sal e, lê ew hin êsîrên kurd salekê, du salan zêde di zindanê da dihên.

04 september 2025

Bira rezê min li nav rezan be, bira tirî li min heram be

Bira rezê min li nav rezan be, bira tirî li min heram be. Bira konê min li nav êlê be, bira şelta min li kerê be.
Bira dewleteke me jî hebe, bira rejîma wê ne bi dilê me be, bira serokê wê yekî dîktator be.

-Heger hûn wer his dikin, wer bawer dikin her tişt ji dest we çûye, we her tiştê xwe wenda kiriye, dibê hûn ji bîr nekin dar her sal pelên xwe diweşînin, lê dîsa jî tîk li ser nigan e û li bende rojên baş in.

Wek milet li her çar perçên Kurdistanê em di rewşeke pir zor û pir xerab da ne.

03 september 2025

Gurê pîr dîsa qîlê xwe nîşanî kurdan daye

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelîyê gurê pîr qîlê xwe nîşanî kurdan daye, dîsa gefa êrîşeke leşkerî li HSD´ê xwariye, gotiye:

”HSD di bin baskê Îsraîl da ye. HSD YPG ye. YPG girêdayî PKK´ê ye. Dibê HSD peymana bi Şamê ra îmze kiriye bi cî bîne. Heger viya neke bi îradeya Şamê û Anqerê midaxeleya leşkerî ewê zerûrî be.”

Dawîya derewan û hokabaziyê zû hat, tiştê bi firildaqan, bi derewên ”pêvajoya nuh” bi dest nexistin, dixwazin bi êrîşeke leşkerî bi dest xin.
Gelek pir pesnê Devlet Bahçelî didan, ew kiribûn kevoka aştiyê, bi hurmeteke mezin navê vî keftarê har digirtin devê xwe.

02 september 2025

Ji xelkê ra xerat e, ji xwe ra, ji miletê xwe ra malmîrat e !

Heger yek, carekê te bixapîne agir di mala wî keve; du cara te bixapîne, dîsa agir di mala wî keve; lê ku bû sê car, agir di mala te keve, wê demê sûc yê te ye, tu totikvala ye, te xapandin heq kiriye.

Sebebê heta nuha em kurd nebûne xwedî dewleteke serbixwe ne ji xurtî û zalimîya dijminên me tenê ye, sûcê mezin yê me ye; em, pêşiyên me bi qasî neyarên xwe ne jîr û zana bûne, em zû xapîyan e.

01 september 2025

Me kilîta xaniyê xwe îro teslîm kir

Îro kêfa min li cî ye, bîna min fere ye, dilê in pir rehet û bextewar e. Çimkî me kilîta xaniyê xwe teslîm kir, me perê xwe girt û em ji deynê bankê xelas bûn.

Êdî ez merivekî ne deyndar im. Ev yek hisekî pir xweş e.
Me îro kilîta xaniyê xwe da malbata xaniyê me kirîye. Wan jî perê me dan me.

Me jî pere da bankê. Em him ji deynê bankê xelas bûn, him jî bûn xwediyê kusêxekî.