06 september 2025

Cahilî û nezanî ji xizaniyê xerabtir e

Ji Dîogenes pirsîne, ”geleo barê dinyayê yê herî giran çi ye?

Dîogenes gotiye, ”hilgirtina merivekî cahil.”
Fêrbûn, zanîn buha ye, lê cahilî buhatir e.
Merivê cahil xwe pir zane dizane, tiştekî meraq nake.
Merivê cahil qedrê azadiyê, demokrasiyê nizane, çimkî cahil e.
Cahilî, nezanî xerabtir ji xizaniyê.
Ji kerran ra def, ji koran ra çira, ji cahilan ra gotin bêfêde ye. 

XXX

-Xwendina kitêbên baş, wek sohbeta bi însanên herî baş yên sedsalên borî ra ye.

Decartes

Dibê meriv kitêbên baş bixwîne, hevalên baş hilbijêre, fikrê baş biparêze. Feqet ew jî ne rehet e, gelek caran meriv dûra bi şaşiya xwe dihese, dike axx waxx, lê wê demê jî Hasil çûye Mûsil.

XXX

-Gelek însan ji bo ku bi ya kerî dikin wer bawer dikin li ser riya rast in. Lê belê kesê dide dû qelebalixan nadîren rastiyê dibîne.

Sokrates

-Merivê cahil wek defê ye, dengê wî pir e, lê hundur vala ye.

Mewlana

Ji kerran ra def, ji koran ra çira, ji cahilan ra gotin bêfêde ye. Heger di civata me da cahil ne pir bûna emê nuha ne bindest bûna. Cahilan hêza me kêm kirine, pişta me şikandine.

XXX

-Însanê bi destê xwe dixebite karkir e. Însanê bi destê xwe û bi serê xwe dixebite hoste ye. Kesê bi destê xwe, bi serê xwe û bi dilê xwe dixebite sinetkar e.
///Gothe

Di sîyasetê da jî karkir hene, hoste hene û sinetkarê siyasetê hene. Carnan karkir dikevin şûna hoste û sinetkar. Wê demê gelş çêdibe, sîyaset xera dibe, dibe gêrmîya gavanan.

Dibê meriv her karî teslîmî hosteyê wî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar